
Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demîrtaş û Gultan Kişanak der barê pîrozbahiya Newrozê de li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de ji bilî hevserokên KCD'ê û BDP'ê parlementerên BDP'ê û reveberên BDP'ê jî amade bûn.
Hevserokên KCD'ê û BDP'ê geşedan û peyama Newroza 2012'an û stratejiya hikûmetê ya li hemberî gelê Kurd bi civîna çapemeniyê nirxandin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, anî ziman ku gelê Kurd vîna xwe ya pêşeroja azad aşkere kiriye. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, anî ziman ku hêzên polîsan bi êrîşan zulim li gel kiriye û gelê Kurd bi vê helwestê re tu car li hev nake. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, jî anî ziman ku gelê Kurd daxwazên xwe aşkere anîne ziman û diyar kiriye ku çareseriya bêyî Ocalan nayê qebûlkirin û wiha got: "Em çareseriya bêyî Ocalan tu çareseriyê qebûl nakin." Selehattîn Demîrtaş jî anî ziman ku ew ji bo azadiya Ocalan dê gava bi paşve navêjin.
Turk: Gelê Kurd vîna xwe aşkere kir
Di civînê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, anî ziman ku gelê Kurd bi milyonan herikî qada Newrozê û di pîrozbahiyê de li gel hemû astengî û êrîyên polîsan gelê Kurd daxwaz û vîna xwe ya pêşeroja azad daniye holê. Turk, anî ziman ku gelê Kurd di vê pîrozbahiyê de diyar kir ku çiqas di daxwazên xwe de israr dike û bi daxwazên xwe ve girêdayi ye û wiha got: "Gelê Kurd aşkere diyar kir ku ew dixwaze pêşeroja xwe ya azad ava bike. Bi salan e hêzên serdest daxwazên gelê Kurd paşguh dike û mafê heyî jî binpê dike. Lê gelê Kurd daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman. Bi milyonan ji Ocalan re azadî xwest. Bi milyonan Kurd vîna xwe aşkerekir."
Turk jî li ser pirsa rojnamegeran anî ziman ku ew ji kes nabe gilîdar û dê ji ber zulma dewletê li dewletê gilî bike.
Kişanak: Newrozê her tişt diyar kir
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, jî anî ziman ku gelê Kurd di Newroza 2012'an de têbiniyên dîrokî danîn holê û wiha got: "Gelê Kurd aşkere kir ku dîrok ne ji aliyê serdestan ve ji aliyê gelan ve tê nivîsandin. Pêşeroja gelê Kurd li beyî gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê nayê aşkerekirin. Êrîşên li dijî gel pêk hat bi armanca zulmê li gel bikin pêk hatin. Ev bi pilan û zanebûn pêk hatin Em van êrîşan şermezar dikin. Li gel dibêjin em dixazin BDP'ê muhatab bigirin jî dîsa êrîşî parlementeran dikin li parlementeran didin. Gelê Kurd di vê Newrozê de diyar kir ku pirsgirêk bêyî Ocalan çareser nabe û daxwaza xwe ya ji bo azadiya Brêz Ocalan anî ziman."
Tugluk: Bêyî Ocalan çareserî nabe
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî anî ziman ku gelê Kurd daxwazên xwe pir aşkere anî ziman û diyar kir ku bêyî Ocalan pirsgirêk çareser nabe. Tugluk, bilêv kir ku gelê Kurd anîye ziman ku kesên wî nas nake û vîna wî qebûl neke ew jî wan nas nake û wiha got: "Gelê me derket qadan û polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletê red kir. Gelê Kurd aşkere kir ku ew politîkayê newekhevî û bêedaletiyê qebûl nake û wiha got: " Gelê Kurd derket qadan û ji bo Brêz Ocalan azadi xwest. Gelê Kurd li azadiya xwe û vîna xwe xwedî derket. Gelê Kurd di statuya xwe û azadiya xwe de israr kir. An dê pirsgirêk bi rêya muzakere û diyaloga wekhevî û azadiyê de çareser bibe, an jî dê bi tundiyê pirsgirêk hîn kurtir bibe. Ev girêdayî helwesta hikûmetê ye. Me pêşbîniya hewce nîşanî hikûmetê da. Lê em dixwazin hikûmet jî bi heman rengî nêzî çareseriyê bibe. Bila her kes baş zanibe êdî tu kes çareseriya bêyî Ocalan qebûl nake."
Demîrtaş: Gel wê paşve gav navêje
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, anî ziman ku gelê Kurd li dijî hişmendî û polîtîkaya AKP'ê di ber xwe da û polîtîkayên înkar û îmhayê red kir. Demîrtaş, da zanîn ku wan 139 navendan Newroz pîroz kir û di mudaxaleyên polîsn de 500 kes birîndar bûn û 700 kes jî hatin binçavkirin. Demirtaş, da zanîn ku nêzî 2 milyon kes tev li Newrozê bûne û li gel hemû astengiyên polîsan Newroz pîroz kir û daxwazên xwe yên statu, perwerdehî, ziman, nasname, azadiya Ocalan anîn ziman. Demîrtaş, destnîşan kir ku gelê Kurd bi taybetî di azadiya Oclana de israr kiriye û wiha got: "Gelê Kurd dîsa di azadiya Brêz Ocalan israr kir. Li tu deverê cîhanê 2 milyon mirov Newroze pîroz nakin û daxwazên xwe yên Azadiyê nînin ziman. Li kider devera cîhanê 2 milyon mirov derkeve peyamê xwe bêje Serokwezîr Erdogan bêje dê min fam kir. Lê ger ku Erdogan bêje ez daxwazê we nas nakim wê demê ev demokratîk nabe."
Demîrtaş, pirsê rojnamegeran jî bersîvand û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dirû nêzî wan dibe û tu armanca wê ya çareseriyê tune. Demîrtaş, da zanîn ku ji bo çareseriyê heta niha tu gav neavêtiye û Dijberi vê yekê bi zêdekirina operasyonên siyasî û leşkerî di şer û pevçûnê de israr dike. Demîrtaş, da zanîn ku Serokwezîr Erdogan naxwaze helwesta xwe ya daxwaza şer bibîne û dijberî vê yekê wan wekî alîgirê şer tawanbar dike.
DÎHA/AMED