Feylesof û Endamê Dadgeha Cîhanê ya Iraqê Prof. Dr. Lieven De Cauter ku ji bo şermezarkirina pêkanînên leşkeran a di Doza Esasî ya KCK'ê ya Stenbolê xwe tazî kiribû, rewşa dewleta Tirkiye û nêzîkatiya wê ya li hemberî pirsgirêka Kurd nirxand. Cauter anî ziman ku di doza KCK'ê de hiqûqa leşkerî derbasdar e û wiha got: "Li gorî min dewleta Tirkiye dev ji çareseriya pirsgirêka Kurd berdaye. Stratejiyekî leşkerî pêk tîne. Kesên ku mafên Kurdan diparêze, wekî 'terorîstan' dibîne. Ev nêzîkatiyekî li hemberî pirsgirêka Kurd de riyekî tirsnak e."
Rûniştina ewil a 'Doza Esasî ya KCK'ê ya Stenbolê' ku li Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê de 4 roj dom kir û 140 jê girtî 205 kes tê darizandin ji aliyê parlementer, parastvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên demokratîk ên civakî, endamên heyetên navneteweyî hate şopandin. Di rûniştinên ku 4 roj dom kir de pêkanîn û nêzîkatiyên leşkeren ku di ketina salonê de lêgerînekî zêde dikirin û derdora Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê de dorpêç kiribûn û her wiha red kirina hemû daxwazan a ji aliyê heyeta dadgehê, wekî mijarên sereke derket pêş. Feylesof û Endamê Dadgeha Cîhanê ya Iraqê Prof. Dr. Lieven De Cauterê Belçiqî di dema rûniştinê de bi malbat, temaşevan, parêzer û rojnamevanan hevdîtin pêk anî û nirxandina wan a derbarî dozê guhdar kir, di refên temaşevan û mexdûran cihê xwe girt. Caurter li hemberî lêgerîna bi destan a leşkeran ku di her ketin û derketina salonê de pêk dihat, xwe negirt û ji bo şermezarkirinê xwe tazî kir.Cauter, derbarî çalakiya xwe, lêpirsînên bi ser navê KCK'ê tên meşandin, parastina bi zimanê zikmakî û polîtîkaya dewleta Tirk li hemberî pirsgirêka Kurd ji DÎHA'yê nirxand.

'Li wir hiqûqekî leşkerî heye'
Cauter diyar kir ku Prof. Dr. Buşra Ersanli, nivîskar û weşanger Ragip Zarakolû, çalakgerê aştiyê Ayşe Berktay ne terorîst in parastvanên mafê mirovan in û BDP'iyên ku tên darizandin jî siyaseta legal dimeşînin. Cauter, wiha axivî: " BDP'iyan û parêzerê wan di dozê de mafê parastina zikmakî diparêzin. Ev maf di hiquqa navneteweyî de hatiye nasîn. Mirov dikarin bi zimanê zikmakî parastinê bikin. Her wiha heke mirov zimanê ku di dozê de tê bikaranîn fêm neke hewceye wergêrekî di rûniştinê bê amadekirin. Parêzerên ku ji bo muwekîlên xwe mafê parastina bi zimanî zikmakî dixwezin mafdar in."
Caurter anî ziman ku di nava 4 rojan dîtine ku li wir 'hiqûqekî leşkerî' hebû û derbarî tiştên di rûniştinê de hate jiyandin de wiha got: "Ev der ne cihê edaletê ye. Li vir lîstikekî şanoyê tê lîstin. Dadgeh angaşt dike ku mirovên li vir tên darizandin 'terorîst in', lê ez baş dizanim ku ew ne 'terorîst in'. Min dît ku li Tirkiyeyê hûn parêzer bin jî ewlehiya we tune ye. Çi karê leşkeran di salona dadgehê de heye. Di welatekî demokratîk de leşker nikarin bikevin salona dadgehê. Rêgeza dadgehên rasteqîn a ewil; mirovên ku tên darizandin bê sûc in. Lê li vir ne wisa ye. Mirovên ku tên darizandin wekî tawanbar tên dîtin. "

'Ayşe terorîst be, ez jî terorîst im'
"Cauter bilêv kir ku Ayşe Berktay ji ber çalakiyên ku beşdarî bûye wekî 'terorîst' tê dîtin û diyar kir ku heke Ayşe Berktay terorîst be, ew jî terorîst e û wiha got: " Ji ber ku ez jî di Dadgeha Cîhanê ya Iraqê de tevî Ayşe Berktay li hemberî pêkanînên antî-demokratîk dixebitin. Lê ez bi xebatên ku bi Ayşe re kirime pir serbilind im."

'Tirkiyeyê dev ji çareseriye berdaye'
Caurter destnîşan kir ku Tirkiye ligel ber bi demokrasiyê biçe, ber bi dewletekî totalîter diçe û li hemberî nêzîkatiya pirsgirêka Kurd a dewleta Tirkiyeyê de nêrînên xwe wiha anî ziman: " Tiştê ku ez di pirsgirêka Kurd de dibim wiha dikarim bi rêz bikim: Çembera yekemîn; PKK, çembera duyemîn; KCK, çembera sêyemîn; BDP, çembera çaremîn; Hûn nebin BDP'î jî ji bo ku hûn wan diparêzin dikevin girtîgehê, çembera pêncemîn; heke hûn kesên di girtîgehê biparêzin xetereya hûn jî bikevin girtîgehê heye. Di hiqûqê de tiştekî wisa tune ye. Hûn nikarin tiştên ku tên jiyandin wiha têkîldar bikin. Mînak ji ber ku bavê min 'sûc' kiriye, nayê wê wateyê ku ez ê sûc bikim. Delîlên ku derbarî Ayşe Berktay, Ragip Zarakolû û Buşra Ersanli bi tevahî bê wate ne û ne zagonî ne, delîlên îllegal in."
Caurter diyar kir ku guhdarkirina telefonên partiyekî (BDP) dijî demokrasiyê ye û anî ziman ku pêkanînên tên jiyandin ji bo dewletê 'skandal' e. Caurter wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî min dewleta Tirkiyeyê dev ji çareseriya pirsgirêka Kurd berdaye. Stratejiyekî leşkerî dimeşîne. Kesên ku mafên Kurdan diparêze, wekî 'terorîstan' dibîne. Ev nêzîkatiyekî li hemberî pirsgirêka Kurd de riyekî tirsnak e."

DÎHA/STENBOL