Cemaeta Fethullah Gulen li seranserê cîhanê xebatên xwe dimeşîne û yek ji welatê lê bi bandor e Almanya ye û hema bêje li Almanyayê ‘destdana’ wê tenê jî weke tabûyekê bû. Herî dawî di meha hezîranê de kanala WDR ya girêdayî televîzyona dewletê ya Almanyayê ARD’ê belgewariya bi navê “Artêşa Bê deng a Meleyan-Tevgera Cemaeta Gulen” a ku rûyê rast a cemaeta Gulen nîşan dide, amade kir, lê roja ku dê bihata weşandin, ji weşanê hat derxistin û nehat weşandin.
Lê li hemberî hemû zext û nerazîbûnan yek ji saziyên bi bandor ên çapemeniyê kovara nûçeyan Der Spiegel cih da nûçeyek 4 rûpelî ya der barê cemaetê de. Kovar jiyana Gulen vedibêje û balê dikişîne ku Cemaeta Gulen di serî de li Almanyayê, li seranserê cîhanê êdî bûye terîqatek bi bandor. Kovarê nivîsand ku hin siyasetmedarên têkiliyên wan ên xurt bi cemaetê re hene û cih dide nêrînên gelek pisporan.

'Bo Almanyayê xeter e'

Di nûçeya bi îmzeya Maximilian Popp de tê gotin ku berevajiyê weke ku tê zanîne, dijminê Rojava ye û tê destnîşankirin ku cemaet her roj li Almanyayê alîgiran ji xwe re qezenç dike û li welat bingehê xwe xurtir dike. Kovara Spiegel dinivîse ku Almanya bi tevgerek mezin a Îslamî ya xeter re rû bi rû ne û ev şîrove dike: "Cemaet bi temamî ji hemû awayê şefafî û zelaliyê dûr e û xwedî sazûmaniyek pir veşartî ye. Lê encamên cemaetê vê yekê weke ew kesên aşitiya di navbera olan de dixwazin û alîgirê xweşbîniyê ne, nîşan didin. Lê li gorî nêrînên piranî cemaet tevgerek muhafezekara tundraw e. Her çendî naveroka wê tê zanîn jî lê li Almanyayê bi rehetî dixebite û bi taybet di nava ciwanan de hejmara xwe zêde dike."

'Mîna Xumeynî ye'
Kovar cih dide analîzên pisporên Îslamê jî û dîrokzanê Holandî Martin van Bruinessen dibêje; “Cemaeta Gulen rêxistina Katolîk a veşartî ye û nêzî “Opus Dei” ye." Dîrokzanê DYA’yî Michael Rubin jî diyar kir ku tu ferqa cemaeta Gulen ji Xumeynî tune ye. Profesorê navdar ê aboriyê Dani Rodkrik jî got; “Tevger di nava karên qirêj de bin av bûye. Saziya vê tevgerê ya çapemeniyê rojnameya Zaman jî hewl dide ku vê mafyayê bi derew û manîpulasyonan fihêl bike."
Kesên ji Cemaetê cûdan bûn jî tevgerê şibandin terîqata Scientology. Kovar siyasetmedarên alman ên ku têkiliya wan bi endamên Cemaetê re pir xurt e jî wiha rêz dike: CDU’yiya seroka berê ya Meclîsa Federal Rita Süssmuth (şêwirmenda saziya FID a ku navenda wê li Berlînê ye û girêdayî cemeta Gulen e), Wezîrê Dadê yê Eyaleta Hessen (endamê FDP) Jörg-Uwe Hahn, parlementerê CDU'yî parlamenter Ruprecht Polenz, senator Ehrhart Körting ê ku demek dirêj berpirsyartiya karkerên Berlînê kir.

Protesto û nerazîbûn 

Ev yekem care ku Der Spiegel nûçeyek ewqas berfireh der barê kiryarên Cemaeta Gulen de belav dike û vê nûçeyê di nava nêzî milyonek xwendevanên kovarê de dengek mezin veda. Bi taybet endamên cemaetê li hemberî Maximilian Popp ê vê nûçeyê nivîsandiye, dest bi kampanyayan kirin û ji bo tekzîpa vê nûçeyê were kirin, zextên dijwar li kovarê tê kirin. Hate zanîn ku gelek endamên cemaet nameyên protestoyî ji kovarê re dişînin. 

ANF/BERLÎN