Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku her car bi hinceta "keştî xirabe ye", "ba û bahoz heye" hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re tê astengkirin, ket roja 272'yan. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan ku di nava vê pêvajoyê de tenê carekê karî biçe hevdîtinê diyar kir ku ji ber ew der heqê birayê xwe de agahî nagirin ji jiyana wî bifikar in. Ocalan anî ziman ku tecrîda li ser birayê wî tecrîda li ser hemû gelê Kurd e û got; "Tecrîd pirsgirêka Kurd kûrtir dike û pirsgirêkê dixetimîne. Der heqê parêzerên wî yên girtî de îdîaname hatin amadekirin. Di naveroka vê îdîanemeyê de hevdîtinên Ocalan ên bi mûwekkîlên wî hene. Heke ev hevdîtin sûc be wê demê ev yek 1 sal beriya niha jî sûc bûne, niha çi hat guhertin ku parêzerên wî girtin."
Ocalan destnîşan kir ku tecrîda li ser birayê wî gelê Kurd dixe nava fikaran û wiha axivî: "Gelê Kurd vê tecrîdê wekî tecrîda li hemberî xwe binav dike. Ev 8 meh in me ji birayê min tu agahî negirtine. Miriye, sax e em nizanin. Bi salan e birayê min ji bo pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bibe çi ji destê wî hat kir. Dewlet û hikûmetê jî bi tecrîd, operasyonên û ji bo rewakirina tecrîdê derxistina zagonên taybet bersiv da van hewldanan. Ev pêkanîn di heman demê de pêkanînên tunekirina gelê Kurd e jî. Gelê Kurd li hemberî van pêkanînan dê berxwedana xwe bidomînin."
Ocalan anî ziman ku tecrîda ku li ser birayê wî tê tê kurkirin, nayê dîtin û got; "Yên behsa maf û hiqûqê dikin, li hemberî tecrîdê ker in, lal in û nabînin. Ez bang li kesên ku ji xwe re dibêjin, ez nivîskar im, rewşenbîr im dikim, ez bang li kesên ku dibêjin, ez dixwazim pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokrasiyê bên çareserkirin dikim; hûn çima li hemberî tecrîdê ev qasî bêdeng in? Çima hûn ji dewletê hisabê napirsin? Hûn çima pêşîlêgirtina diyalogên bi Ocalan re napirsin? Ocalan gelek caran agirbest îlan kir. Hûn çima ji dewleta ku pêşiya diyalogên bi Ocalan re digire re pirsa; 'we çima ev pêvajo xetimand?' nakin. Tevî ku dewleta Tirk baş dizane ku gelê Kurd ji Ocalan û tevgera wî bawer dike jî di neçariyê de israr dike." Ocalan çalakvanên ku li Tirkiye û Ewropayê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ketin greva birçîbûnê jî silav kir û ev bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) re kir: "Bêdengiya we xetereyeke mezin e. Divê guh bidin daxwazên gelê Kurd.

 DÎHA/RIHA