
Berdevka Wezaretê Victoria Nuland diyar kir ku di warê Sûriye û mijarên din de bi Tirkiyeyê re di nav koordînasyoneke nêz û germ de ne û bal kişand ku ev yek jî ji bo karîgeriya/bandora dîplomatîk a her du welatan girîngiyeke wê ya jiyanî heye. Berdevkê destnîşan kir ku her du welat ‘peyamên wan koordîne û saz dikin’ û got ku di vegera Davûtoglû ya ji Şamê de bi Wezîra Karên Derve ya DYA’yê re hevdîtineke telefonî ya dirêj pêk aniye û wiha berdewam kir: “Davûdoglû di hevdîtina bi Clinton re ji bo zêdekirina pêkutiyên li ser Esad û rejîma wî, dubare teahûda xebata hevkar kir.”
Berdevka Wezareta Karên Derve Viktoria Nuland derbirî ku welatên ku dixwazin Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad vekişe zêde dibin, her wiha dê DYA li hemberî rejîma Sûriyeyê pêkutî û danekirinên nû bixe meriyetê.
Dê bi hev re pêkutiyan pêk bînin
Berdevk Nuland diyar kir ku di hevdîtina telefonî ya Davûtoglû û Clinton de di warê bi hev re zext li ser Esad çêkirinê de aliyê Tirk teahûd dubare kiriye.
Li ser pirsa rojnamegeran a gelo di warê pêkve tevgerînê de dê di navbera her du welatan tu gav hatine avêtine yan na; Nuland got ku hem Tirkiye û DYA di warê daxwazên bingehîn û serekî de bi hev re tevdigerin; hem jî welatên ku dixwazin rejîma Esad tundûtûjiyê rawestîne, zêde dibin.
Viktoria Nuland, der barê daxwiyaniya Serokwezîrê Tirk R.T. Erdogan a piştî serdana Davûtoglû ya Şamê kiribû de ku gotibû ku Esad ji Hamayên tankên/debabeyên xwe vekişandiye; wiha axivî: “Em ne li Hamayê ne. Lewre ev agahiyana me ji Tirkan girtine. Em bi çar çavan dipên ku li çar aliyê Sûriyeyê tundûtûjî bên vekişandin. Lewma gavên bi vî rengî di çarçoveya daxwaz û bendewariyên her du welatan de pêk tên; lê belê divê em bi giştî pêvajoyê bibînin.”
Şirîkatiya di navbera DYA û Tirkiyeyê de
Li ser pirsa gelo rêveberiya DYA’yê ji aşkerabûna hevdîtina telefonî ya di navbera Davûtoglû û Clinton de pêş serdana Davûtoglû ya Şamê pêk hat, bêzar bû yan na; Nuland bersivekê wiha da: “Çi rê li ber hengame û gengeşiyeke bi vî rengî vekir, ez tam nizanim. Tenê di perspektîfa me de dikarim vê bêjim, di vê mijarê de li gelemperiya cîhanê û di meseleyên din de bi Tirkiyeyê re koordînasyon û hevkariya me ya nêz û germ, ji bo karîgeriya dîplomasiya her du welatan jiyanî bûye. Ji ber vêna em nirxek mezin didin di hemû astan de pêwendiyên bi hikûmeta Tirk re û pêwendiya di navbera Clinton û Wezîrê Karên Derve Davûtoglû.”
Li ser pirsa DYA’yê ji Davûtoglû ji bo peyama wê bigihîne Şamê daxwaz kiriye yan na; Nuland wiha got: “Ev di navbera me û Tirkiyeyê de hevparî û şirîkatiyekî ye. Bi Tirkiyeyê re hevkarî û tifaqa me heye. Wezîr Clinton û Wezîr Davûtoglû di nav xebatek nêz û hevpar de ne. Lewra tiştê ku li vir hatiye kirin, ji bo koordînekirin û berfirehkirina peyamên her duyan, bi hevkarên din re û bi şirîgên di asta cîhanê de xebat tên bipêşxistin.”
WASHINGTON