Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku liv û tevgera komên çekdar aramiya herêmê xirab kiriye û bûye sedem ku gel ji cih û warên xwe koç bike, her wiha tirs xistiye nava gelê herêmê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî vê rewşa gelê Kurd nerazîbûna xwe nîşan daye û ev hewldanên komên çekdar wekî xirabkirina aramiya herêmên Kurdan û êrîşên li ser destkeftiyên gelê Kurd nirxandiye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku YPG vê nerazîbûna gelê Kurd ji bo xwe wekî bangawazî û fermanekê dibîne û wiha hat domandin: “Di bin çi navî de dibe bila bibe,  em tu êrîşên li hemberî herêmên Kurdan qebûl nakin û emê bi hemû hêza xwe bersiv bidin. Her wiha êrîşa li dijî gundê Hedadê wê bê bersiv nemîne û emê hesaba wê ji rejîmê gelekî giran bipirsin. Dîsa em bi tu awayekî qebûl nakin ku komên çekdar bikevin gundên Kurdan û bibin sedena êrîşên balefiran.”

Banga hevkariyê

Têkildarî pevçûna di navbera gundiyên Sikeriyatê û koma çekdar de jî di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komek çekdar êrîşî gundê Ereban ê bi navê Sikeriyatê kiriye û wiha hat gotin: “Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Li ser vê yekê şêniyên gundê Sikeriyatê ji YPG’ê parastin xwest. Li ser vê daxwazê YPG’ê hêzên YPG’ê li vî gund bicîh bûne.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku YPG wê gelên herêmê bi parêze û ev bang hate kirin: “Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bang li hemû birayên xwe yên Ereb, Asûrî û Keldanî  dikin ku em hemû bi hevre tevbigerin da ku rê nedin kesên biyanî û em derverên lê jiyan dikin biparêzin. Em êrîşên li dijî gelên Ereb û suryaniyan jî wekî wekî êrîşên li dijî gelê Kurd dibînin û emê bi heman helwestê xwedîlêderketinê nîşan bidin, parastina gel û olên din bikin. Bila gumana tu kesî nebe, em parastina gel dikin.”

  ANHA/QAMIŞLO




YPG’ê daxwaza gundiyan bicîh anî


Piştî ku şêniyên gundê Sukeriyata girêdayî bajarê Til Koçer li hemberî komên çekdar alîkarî ji YPG’ê xwest, hêzên YPG’ê li gund tedbîrên ewlekariyê girtin.
Di 18’ê Nîsana 2013’an de komek çekdar a bi navê Tabûra El-Farûq êrîşî gundê Ereban Sukeriyata  girêdayî bajarê Til Koçer ê li ser sînorê Suriye û Iraqê kiribû û di navbera wan û gundiyan de pevçûn derketibû. Di encama pevçûnê de 2 endamên komê hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn. Piştê bûyerê şêniyên gund banga alîkariyê li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir û xwestin ku parastina wan bike.
Li ser banga gundiyan hêzên YPG’ê çûn gund û bi alîkariya şêniyên gund, bendên kontrolê danîn û tedbîrên ewlekariyê girtin. Li aliyê din şêniyên gund roja bûyerê ji ANHA’yê re vegotin.

‘Emê alîkariya wan bikin'

Ji gundiyan Hacî Şihade Mihemed ê 80 salî destnîşan kir ku koma çekdar ya girêdayî Artêşa Azad bêyî ku sedemekê nîşan bide êrîşî wan kiriye û got; “Ger ku Artêşa Azad dixwaze şerê rejîmê bike bila biçe Şamê û neyê gundên feqîran.”
Jinên gund jî bal kişandin ku komên çekdar di nîvê şevê de êrîşî malên wan kirine û tu rêz ji wan re negirtin. Jinan nerazîbûna xwe anî ziman û xwestin ku êdî rê li ber van koman bê girtin. Şêniyê bi navê Mihemed Mihemed jî anî ziman ku koma çekdar êrîşî mizgefta gund kirine û tu rêz ji nirxên wan yên civakî û olî re negirtine. Mihemed, diyar kir ku piştî êrîşa koma çekdar wan alîkarî ji YPG’ê xwestiye û wiha dom kir: “Wan jî daxwaza me bicîh anî. Em sipasiya wan dikin, emê alîkariya wan bikin”
Muxtarê gund Hesen Samir jî sipasiya li YPG’ê kir. Endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ferhad Agirî diyar kir ku ew li ser daxwaza gundiyan hatine gund û got ku parastina sivîlan erka wan ya sereke ye. Agirî da zanîn ku şêniyên gund jî alîkariya wan dikin. 

GIRKÊ LEGÊ