Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, derbarê Xweseriya Demokratik, êrîşên nîjadperest ên li hemberî Kurdan û operasyona Îranê de, peyaman da. HPG’ê, soza pêşvebirin û parastina Xweseriya Demokratik da û diyar kir ku êrişên li dijî Kurdan bi baldarî dişopînin. HPG’ê, Îranê jî hişyar kir û da zanîn ku ger êrîşên li dijî PJAK’ê bidomîn, dê bê bersiv nemînin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Gelê Kurd di 29’emîn salvegera 14’ê tirmehê de Xweseriya Demokratik îlan kir. Gelê Kurd li gel li cîhanê gelê bê statu ye jî, ji bo jiyaneke mirovahî û demokratîk ev biryar girtiye. Teqez e ku ev biryar dê bêstatuyê ji holê rake û jiyaneke aştiyane û demokratik bîne. Êdî bihara gelan a li Rojhilata Navîn, bi biryara gelê Kurd berbiçav bû. Ev biryar nîşaneya hêviyên azadiyê ne.”

Emê Xweseriyê bipêş bixin

HPG’ê diyar kir ku biryara gel a Xweseriya Demokratîk slav dike û got: “Li hemû mirovahiyê pîroz be. Em ê li hemberî hemû êrîşên li dijî sîstema Xweseriya Demokratîk pêk tên, rola xwe ya parastinê bilîzin. Em careke din soz didin ku em ê Xweseriya Demokratîk ku di 14’ê Tîrmehê Roja Azadiya Netewî de hatiye îlankirin, biparêzin û bipêş bixin. Em ê li hemberî tifaqên qirêj ên bi her awayî, şerê li gel tê ferzkirin, teşebusên komkujiyê, gelê Kurd û nirxên wê biparêzin.”

Hişyariya êrîşên lînçkirinê  

HPG’ê destnîşan kir ku teşebusên lînckirinê yên di rojên dawî de ji aliyê komên faşîst û nijadperest ve tên kirin, bi baldarî dişopîne û wiha pê de çû: “Em pir baş dizanin ku ev êrîşên hovane, paşverû û faşîst ên li hemberî gelê me tên kirin, refleksên xwezayî nînin. Di encama birêxistinbûyîneke bi zanebûn de bipêş dikevin. Li hemberî van êrîşên ku bi taybetî piştî pevçûna li Farqînê ji nû ve anîne rojevê û gelê Kurd kirine hedef, hemû rayedarên dewletê û hikûmetê hişyar dikin. Ger ku teşebusên bi vî rengî yên li hemberî gelê Kurd û ferdên Kurd bidomin, em ê vêya bikin hinceta bersivdayîn ango mîsîllemeyê.”
HPG’ê, êrîşên dewleta Îranê jî bibîr xist û wiha got: “Em dewleta Îranê hişyar dikin. Ger ku êrîşên li nhemberî Başûrê Kurdistanê û gerîlayên HRK’ê ranewestîne, em ê li hemberî vê yekê, bê bersiv nemînin, li gorî stratejiya parastina rewaş, em ê li hemberî êrîşên bi her awayî yên li ser gelê Kurd, peywira xwa ya parastina geml, bêy ku bikevin nav dudiliyê, bicih bînin. Bila ev jî wiha bê zanîn.”

Çalakiya Mustafa Malçok û Evrîm Demîr

HPG’ê, diyar kir ku di pêvajoyeke wiha dîrokî de divê ciwanên Kurd jî gavên dîrokî û radîkal bavêjin ^di têkoşîna gelê Kurd de pêşengiyê bikin. Daxuyaniya HPG’ê wiha dom kir: “Pêvajo, ne pêvajoyeke tevlibûnên ji rêzê, dûrî coşa şoreşê û hest û ramanên bi vî rengî ye. Navê sekna bi rûmet Mustafa Malçok û serhildana li hemberî bêstatuyê, Evrîm Demîr e. Li gorî wesêta wan, pêvajoya nîşandana fêdakariya herî mezin a ji bo azadiya gelê Kurd e.”

Ciwanên Kurd neçin leşkeriyê 

HPG’ê destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd ji bo mayîndekirina xweseriya demokratîk, di nav çalakî û pratîkê de bin û wiha pê de çû: “Her wiha divê sekna neçûyîna leşkeriya artêşa TC’yê jî, zêdetir bike. Çûyîna leşkeriyê, şerê li hemberî gelê xwe ye. Bi vê zanebûn û ferasetê, divê êdî tu ciwaneke Kurd neçe leşkeriyê, tevlibûna li nav refên gerîla, bipêş bixe.” n ANF/BEHDÎNAN

Nasnameya gerîlayên HRK’ê aşkere bû

Nasnemayên 7 gerîlayên HRK’ê k udi şerê li ser sînor ê di navbera PJAK û Artêşa Îranê de diqewime diyar bû.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya PJAK’ê derbarê operasyona ku artêşa Îranê di 16’ê Tîmehê de daye destpêkirin daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniya PJAK’ê bi hezaran leşkeran xwestiye di ser herêma Dola Kokê û Zelê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Lê belê bi berxwedana gerîlayên PJAK’ê re rû bir û mane û artêşa Îranê di “hewldana degirkirinê” de gelek zaîyat daye û ji 100’ê zêdetir leşkerên Îranê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) ku bi PJAK’ê ve girêdayî ne 7 windayî dane di şer de. PJAK’ê nav û nasnmameyên wan gerîlayên xwe aşkere kirine û daxuyand.

Nasnameyên 7 gerîlayan 

- Di 1991’ê de li Seqizê ji dayuîk bûye(Rojhilatê Kurdistanê),navê kod Berfîn Çilçeme, Sirewe Fetullahî
- Di sala1980’ê de li Tetwan /Bêdlîsê ji dayîk bûye navê kod, Zerdeşt Tetwan, Serdar Adar
- Di sala 1985’an de li Halebê ji dayîk bûye, navê kod Evîndar Gare. Meryem Elîko
- Di sala 1992’yan de li Kobaniyê ji dayîk bûyenavê kod Farûq Baz, Xerib Beşar
- Di sala 1991’ê de li Dêrka Hemko ji dayîk bûye, bi navê kod Rêbaz Koçer, Muhyeddin Tahir
- Û gerîlayên bi navên kod Agîd û Serhildan.  ANF/QANDÎL