
Bayik got; “Bê guman em baş dizanin ku ev biryareke siyasî ye û DYE û Ewropa jî piştgirî didin vê yekê, ji ber vê yekê ev siyaset tê meşandin. Lê Ewropaya ku ji xwe re dibêjin demokrat, xwe weke dewletê hiqûqê dibînin, xwe weke dilsozê hiqûqa xwe dibînin, dema mesele dibin Kurd û Îmralî bê deng dimînin.”
Bayik destnîşan kir ku divê gelê Kurd li hemberî polîtîkayên pêkanîna tehdît, tecrîd û şantajê têbikoşe, bi rêxistinî vê tekoşînê pêş bixe û got; “Ji ber ku yên ku têne tecrîdkirin, ew bi xwe ne û kesên gef lê têne xwarin jî ew bi xwe ne.”
Têkoşîna Îmraliyê
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayil got; “Divê her kes baş bizane ku niha di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd û tekoşîna wê ya azadiyê de tekoşîneke ku navenda wê li Îmraliyê ye, berdewam dike. Nermbûn jî, hişkbûn jî dê li ser Îmraliyê re pêş bikevin.”
Bayik got; “Şkandina polîtîkaya dewleta Tirk a tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin, encex dikare bi tekoşînê were şkandin. Çawa ku kompoloya navneteweyî bi xurtkirina tekoşînê hate pûçkirin, dê ev komploya li ser Rêber Apo jî bi heman awayî were pûçkirin.”
Bayik bal kişand ser çalakiya ciwanê Kurd Firat Îzgîn ê ku bi boneya şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan agir berda bedena xwe û got; “Çalakiya xweşewitandinê ya ku Firat Îzgîn li hemberî polîtîkayên gef, şantaj û tecrîdê yên li ser Rêber Apo pêk anî, berê jî Eylem Demir, Mustafa Malçok û mirovên me yên din pêk anî bûn. Bê guman em weke tevger van çalakiyan rast nabînin. Em fêm dikin û qîmetek mezin didin vê yekê. Em qebûl dikin ku fedakirina canê xwe ji bo rêbertiyê, seknek pir bi rûmet e. Bi vê boneyê em ji malbat û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Ji ber ku ewladeke wiha mezin kirine, malbateke pir bi rûmet e. Lê her çalakî dem û pêvajoyek a xwe heye.”
Bayik got; “Divê di vê demê de bi awayeke xurtir û rêxistinkirîtir çalakî bêne lidarxistin û xwedî li Rêbertiyê derbikeve. Ji ber ku jin û ciwan pir dilsozê Rêber Apo ne, nikare xwe tehemula tecrîda li ser Rêbertiyê bikin. Ev yek jî berê wan dide çalakiyên fedayî yên şexsî.”
Bayik wiha domand; “Tevgera azadiya jinê aliyê lewaz ê tekoşîna li hemberî Rêbertiyê tê meşandin dîtiye û dest bi xwedîlêderketina Rêbertiyê kiriye. Ev kampanyaya bi navê “Em Rêbertiyê Azad bikin û Qirkirinê bi dawî bikin” her ku biçe dê di nava hemû qad û beşên civakê de belav bibe. (…) Bertekên gelê me yên li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo ji her demê zêdetir ê, dê qelemşorên AKP’ê jî vê yekê bi xwe bibînin.”
'Ji bo tasfiyeyê her tiştî dikin'
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser îdîayên ku dibêjin dewleta Tirk li hemberî gerîlayan serkeftî ne û got ; “Divê beriya her tiştê baş were zanîn ku: Divê hikûmeta AKP’ê li hemberî Tevgera Azadiyê bi ser bikeve. Xwe neçar dibîne ku bi ser bikeve. Ji ber ku ger li hemberî tevgera azadiya Kurdan bin bikeve, dê desthilatiyê winda bike, ji ber wê jî dizane ew ê gelek tiştên ku heta qezenç kiriye jî winda bike. Ji ber wê jî hikûmeta AKP’ê ji bo têkbirina Tevgera Azadiya Kurdan hemû derfetên xwe serfer kiriye.”
Bayik wiha domand; “Li Tekoşîna Azadiya Gelê Kurd û gerîlayan ketiye di nava zoriyên mezin de. Ji bo vê yekê veşêre, her wiha di dema herî zêde bin dikeve de jî, xwe weke bi ser ketiye, nîşan dide û ji her demê zêdetir şerê psîkojîk dimeşîne.”
'Şerê psîkolojîk dimeşînin'
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, destnîşan kir ku tê gotin "gerîla darbeyên mezin xwarine" û hinek jî ji van derewan bawer dikin û wiha axivî: "AKP dixwaze bi vê stratejiyê îktîdara xwe çend meh din bidomîne. AKP'ê ev 9 sale wiha rojane û mehane emrê îktîdara xwe dirêj dike. Bi şerê psîkolojîk dixwazin xwe serkeftî bidin nîşandan. Di nava şer de her tim zirar tê dîtin. Kes jiyana xwe ji dest didin. Vê yekê her kes dizane. Di salên 90'ê de gerîla gelek caran bi komî carnan sed, carnan sed pêncî kesan jiyana xwe ji dest didan. Heta niha bi hezaran hevalên me şehîd ketine. Lê piştî van salên dawî êdî windahiyên me yên wiha girseyê çênabin. Ev tiştêk Hikûmeta AKP'ê dibeje çîrok in. Bi xwe dibêjin, xwe jî guhdar dikin. Ev 30 sal e gerîla bi lehengî li berxwe dide. Çawa wê radest bibe. Dibêjin gerîlayek radestî leşkeran bûye. Ev derewek mezin e. Ev şêwazek şerê psîkolojîk e. gerîla ji her demê bi hêztir e. Hikûmeta AKP'ê niha dua dike ku bihar dereng were. Di mehên biharê de wê her kes hêza gerîlayên Kurdistanê ya bê henpa bibîne. Hikûmeta AKP'ê tirsa vê yekê ji niha ve dijî. Ji bo ku vê tirsa xwe veşêrin, van derawan dikin. Ew dê li hemberî gerîla di demsala nû de şerpeze bibin."
Bayik, da zanîn ku hin derdor dibêjin "AKP'ê çima dest bi şer kiriye, çima ev qas şer berfireh bûye? û wiha domand: "Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de tu rêbazên çareseriyê yên AKP'ê tunenin. Ji ber vê jî plana tesfiyekirinê xistin dewrê. Niha dît ku dawî li vê jî hat. Tevgera Azadiya Gellê Kurd demek da wê. Lê ji ber ku tu niyeta AKP'ê ya çareseriyê tuneye polîtîkayên tesfiyekirinê ya bi piştgirya Emerîkayê dide meşandin bê encam ma."
'Herkesî hêza gerîla dît'
Bayik di berdewama axaftina xwe de sala 2011'an nirxand û ev tişt gotin: "Di sala 2011'an hemû kesî hêz û kapasiteya gerîla dît. Dewleta Tirk jî bawer nedikir kapasîteya gerîlayê Kurd ev qas zêdeye. Ji ber vê jî gotinên tevgera Kurd bawer nedikirin. Em dikarin bi hêsanî bêjin me ji sedî 10 heza gerîla xistiye dewrê. Bi plansaziyên gelek baş gerîla pêla şokê da ber dagirkeran. Bila baş bizanibin, şert û merc çibe bila bibe. Çikas hêza wan ya teknîkî û sofîstîke hebe jî bila hebe. Ew li hemberî gerîla bê çare ne."
'Amadekarî ji bo sala pêş pêwist e'
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di berdewamê de diyar kir ku dibe di sala pêş de dewleta Tirk operasyonek dersînor pêk bîne û wiha pêde çû: "Dibe ku bi destpêka biharê, ew operasyonek dersînor bidin destpêkirin. Wan beriya niha jî operasyonên wiha dabûn destpêkirin. Ew gelek tengav bûne. Ji bo vê tengaviyê xelas bibin, dibe ku bi piştgiriya Emerîkayê ew operasyonekî bidin destpêkirin. Lê wekî berê tu carê sûdê wan yê serkeftinê tune ye. Dixwazin li ser sînorê rojavayê Kurdistanê herema tanpon pêk bînin. Ev jî amadekariyên dagirkirina Herema Kurdistanê ye. Ger rojeva siyasî wiha biçe, operasyonên qirkirinê wiha bidomînin û van derewên xwe bidomînin di sala pêş de wê şerekî dijxwar pêk were. Divê gerîla û gelê me ji bo vê yekê amade be."
ANF/BEHDÎNAN