Hikûmeta Erdogan midûrên emniyeta Stenbolê yên ku di operasyonên “Ergenekon, Balyoz û KCK’ê” de cih girtine, dişîne Kurdistanê. Ev yek jî weke konsepta nû ya şerê AKP-Gulen ê li hemberî Kurdan tê şîrovekirin.
Piştî ku Biryarnameya Midûrên Emniyetan ji aliyê Erdogan ve hate îmzekirin, di rojnameya fermî de hate weşandin, midûrên gelek emniyetan têne guhertin. Ji van pîşandinan a herî balkêş Alîkarê Midûrê Emniyeta Stenbolê Tûfan Ergunder ên ku ji Cemeeta Fethullah Gulen ji bo Midûriyeta Emniyeta Colemêrgê hate pîşandin.
Ligel Tûfan Ergunder, navê midûrên din ên emniyetan ên nêzî Cemeeta Gulen û ji bo bajarên din ên Kurdistanê hatin şandin, wiha ne:
Avnî Ûsta yê ku ji bo refa yekemîn a midûriyeta emniyeta Stenbolê terfî bibû ji bo Şirnexê, Mehmet Likoolu ji bo Rihayê, Ercan Çakmak ji bo Qersê, Hayati Yilmaz ê ku demek dirêj pasavaniya Tansû Çîllerê kir ji bo Dêrsimê, Dervîş Kara ji bo Mêrdînê, Hasan Alî Okkan ji bo Êlihê, Muharrem Durmaz jî ji bo Mûşê hate pîşandin.
Hikûmeta APK’ê hewl dide bi riya koordînasyona sê alî ya ji Tirkiye, DYE û Iraqê pêk tê ya li hemberî PKK’ê, rêveberiya Iraqê bikişîne aliyê xwe. AKP niha dixwaze Serbalyozê Iraqê Mûrat Ozçelîk ê ku koordînasyona sê alî pêk anî , bike Misteşariya Rêkûpêkiya Gelemperî û Ewelekariyê . Hikûmeta APK’ê ji bo Ozçelîk were cihê Mûammer Guler ê ku bû Parlementerê AKP’ê, biryarnameyeke nû derxist.
Ew polîs û şefên polîsan ên ku rutbeyên wan têne bilindkirin û dişînin Kurdistanê, hema bêje hemû jî girêdayî Cemeeta Gulen in. Cemeeta ku li pişt operasyona KCK’ê ya ku 3 sal in tê birêvebirin, bi van pîşandinên dawiyê êdî ew jî derdikeve ser dika şer a li Kurdistanê.
Di rastiyê de piştî ku di sala 2002 de OHAL (rewşa awerte) ji bajarên Kurdistanê hate rakirin, hikûmeta AKP’ê ji bo ji nû ve li Kurdistanê hêz qezenç bike, dest bi teşkîlatên nû yên polîsan kir. Raye û jimara tîmên taybetê têne bilindkirin, ev teşkîlata polîsan tîmên taybet ên polîsan têne zêdekirin. Bi vî awayî teşkîlatên polîsan ên li Kurdistanê ligel leşkeran, bû hêza herî xurt.

Di dema AKP-Gulen de tevna sîxûriyê ya yekîneyên polîsan têne xurtkirin, evane hemû jî di Akademiya Polîsan de têne perwerdekirin û amadekirin. Ev polîsane hemû jî pêşî di perwerdehiya senteza Tirk-Îslamê re derbas dibin û bi nêrînên nijadperest têne nexşandin.

ANF/ENQERE