Dema ku Rojbin birin dadgehê li gorî xala 302'an a Qanûna Ceza ya Tirk bi hênceta "têkbirina yekparebûna dewletê" cezayê muebetê lê hat birîn. Rojbin jî weke hevşaredarên din yên girtî birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Sincanê. Rojbin ji girtîgehê ji bo gelê Ertamêtanê nameyek şand. Rojbin xwest cihê ku xizmeta wê lê mayî bê dewam kirin û silav li her kesî kir.
Nameya Sevil Rojbin Çetin wihaye;
"Ev nameya min vekiriye ji bo gelê Ertamêtanê.
Di hilbijartinên herêmiyên sala 2014'an de weke şaredariyên DBP'ê bi şîara giştî ya 'Em ê rêveberiya xwe û bajarên xwe bikin' ku em ê 5 salan rêveberiya vîna we bikin, em hatîn hilbijartin. Me soza şaredariyeke wekhev, dadwerî û bûyîna layiqbûna we dabû. Em li ser wê soza xwe ne ku me dayî we gelê bi rûmet.
Li gel we, me plana rêveberiya Ertemêtan danîbû. Xebatên xwe yên salekê me bi we re parve kirin. Me ji bo hesabdayînê tabloya dahat û mesrefan hilavistibû. Me hedef kir ku em bi hev re bernameya heyî û dahata heyî ji bo navçeyê têxin xizmetê.
Niha berpirsyariya we hîn zêdetir bûye. Di şaredariya ku hun hînî xebatê kirî de bixebitin, derfetê nedin ti valahiyan, ji ber ku dem dema xebatê ye. Qewet be ji we tevan re, ez we tevan silav dikim."
NAVENDA NÛÇEYAN