Hisên diyar kir ku di serdana vê dawiyê ya Serokê Herêmê bo Tirkiye û hevdîtin û civînên wî ligel rayedarên wî welatî de, tu peymaneke wiha di navbera Barzanî û hikûmeta Tirkiye de nehatiye îmzekirin ji bo mayîna wan leşkeran bo heyama 6 salên din li nav xaka herêmê. Her wiha, Hisên got, “Ez ne agahdarî wê yekê me ku di navbera her du aliyan de peymaneke 23 bend hatibe îmzekirin û dirêjkirina dema mayîna wan hêzan yek ji wan bendan be.”
Derbarê soza serokê herêmê ji bo hevkarîkirina Tikriye ji bo tunekirina PKK’ê, Hisên wiha da zanîn ku tu daxwazeke wiha nehatiye kirin û sozeke wiha jî nehatiye dayîn. Beriya niha jî gelek nûçeyên berfireh der barê bargehên leşkerî yên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê de hatin weşandi. Li gor wê: Di sala 1995 de di encama peymana di navbera Tirkiyeû PDK’ê de li balafirgeha Bamernê hatin bicihkirin. Niha jî li balafirgeha Bamernê nêzî 50 tank û nêzî 2 hezar leşker hene.
Di sala 1995 de, di navbera Tirkiye û PDK’ê de li dijî PKK’ê peyman hatin amadekirin û li Batûfa, Bamernê, Bêgova û Kanîmasiyê leşkerên Tirk hatin bicihkirin. Di sala 1997 de PDK’ê destûr da ku leşkerên Tirk herêmê bimînin. Ew roj yek îro du, leşkerên Tirk li herêmê ne.
Her sal di meha Tîrmeh an Tebaxê de mayîna leşkerên Tirk li Başurê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê dirêjkirin.

Di niqteyên nêzî sînor ên li nêzî Batûfa û Kanîmasiyê nêzî hezar leşkerên Tirk û derdorê 20 tankên şer ên Leopar 1 ên Elmanî hene.

ANF/HEWLÊR