Mala Dengbêjan a Amedê bi tevlêbûna gelek dengbêjan li ser çanda dengbêjiyê lêkolîn dike. Gelek dengbêj bi roj û êvaran li Mala Dengbêjan kom dibin û bi miqamên cuda û sewt û awazên cuda hunera xwe pêşkêş dikin. Kilaman dibêjin û dîrokê taze dikin. Yek ji van dengbêjan Mistefayé Botî ye. Botî, 6 salin li Mala Dengbêjan a li Navçeya Sûrê ya Amedê ku di bin baneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatê dimeşîne dixebite. Botî, anî ziman ku 26 salan li nexweşxaneyê li nexweşan nerî û di vê demê de her tim kilam distran.

Botî li gundê Torika Memira ya Diha Sêrtê ji dayik bû. Mistefayé Boti ê 58 salî anî ziman ku wî zarokatiya xwe li gund derbas kir û 26 sal berê gundê wan hat valakirin û koçî Amedê kirin. Botî, anî ziman ku piştî koç kirin 26 salin li Nexweşxaneya Sîgortayê li nexweşan dinere û wiha got: "Dema ez li nexweşxanyê dixebitîm hem min kilam digotin û hem jî min xizmeta nexweşan dikir. Piştî ez teqawît bûm di sala 2007'an de ez li kolanê Amedê geriyam û ez çûm Mala Dengbêjan. Min bihîstibû ku li Sûrê Mala Dengbejan heye. Ez çûm mala dengbêjan û min li dengbêjan guhdar kir. Wê demê ji min re gotin ma tu jî ne dengbêj e. Min got ez ne dengbêjim, lê dikarim bêjim. Min li wir kilam gotin û dengê min ecibandin. Li ser vê yekê min li Mala Dengbejan dest bi xebatê kir."
Botî, anî ziman ku wî bi keyfxweşî ev daxwaza Mala Dengbêjan qebûl kir û li wir dest bi dengbêjiyê kir. Botî, da zanîn ku piştî li vir dest bi xebatê kir, bêtir xwe nas kir û bi dîrok û rastiya xwe re bû yek. Botî, diyar kir ku her strana wî dîroka wî, serpêhatiyê wî û ênêşên birînên dilêwî vedibêje u wiha got: "Ez ji sala 2007'an de li vir dixebitim. Niha nêzî 56 stranên min hene. Dema ez stranan dibêjim û kilaman distrêm gundê min zarokatiya min, dîrok tê bira min û êşa dilê min vedibe. Dema ez kilaman dibihîzim tê bira min ku Kurdistan rastî metingeriyê hatiye. Dengbêjî birîna dil û dîrok e. Bandora Qarabete Xaco û strana wî ya Lawike Metînî bandorek li ser min çêkir. 5 hezar dîroka çandê heye. Em bang li hemû ciwan û dengbêjên xwe dikin ku hunera xwe li Mala Dengbêjan parve bikin û li çanda xwe xwedî derkevin.

 DÎHA/AMED