Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Stenbolê Îlkay Yenîgun, diyar kir ku li herêmê û Rojhilatan Navîn pevçûn û şer hêj berdewam dikin. Yenîgûn, anî ziman ku 35 salin li ser Kurdan zext û zordariyên gelek mezin tên meşandin û tên girtin. Yenîgun, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li hemû jinan kir ku tevlî mitîngê bibin.  Jinên Kurd, diyar kir ku divê dayîkên Tirk û Kurd bên cem hev û ji bo aştiyê bi hêz dengê xwe bilind bikin. Jina bi navê Behiye Dag, diyar kir ku di şer de herî zêde kezeba dayîkan dişewite. Dag, anî ziman ku dayîk şer naxwazin û wiha got: "Bila zarokên Kurd û Tirkan di vî şerê qirêj de jiyana xwe ji dest nedin" Dag, da zanîn ku kesên Tirkiyeyê rêve dibin zarokên wan leşkeriyê nakin û wiha axivî: "Zarokên serokwezîr, serokomar û serfermandar li dewletên biyanî dixwînin. Lê zarokên kesên xizan di vî şerî de jiyana xwe ji dest didin. Zarokên dayîkên Kurd li çiyayan jiyana xwe ji dest didin. Li gel vê yekê dayîkên Kurd aştiyê dixwazin. Lê dayîkên Tirk dibêjin 'welat sax be' Lê çi bibe bila bibe dê aştî pêk bê. Werin em hemû bi hev re li qada Kadikoyê sloganan berz bikin."
Gulşen Dag jî wiha got: "Em çiqas dibêjin aştî polîsa bi bombeyên gazê êrîşan li me dikin. Em çi dibêjin biratî êrîşê li me dikin." Azîze Yilmaz jî wiha got: "Roja 1'ê Îlonê rojeke bi rûmet e. Divê dayîkên Kurd û Tirk bên cem hev û bi hev re ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin." 

DÎHA/STENBOL