Nûnerên gelê Ereb ên ji Mêrdîn, Sêrt û Rihayê, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wekîlên HDP'ê yên Mêrdînê Mehmet Ali Aslan, Enise Guüneyli, Gulser Yıldırım, Erol Dora û Mithat Sancar, nûnerên Komeleya Erebên Demokrat û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî bernameyê bûn. Parlementerê HDP'ê Mîthat Sancar bi Erebî axaftina destpêkê kir. Piştî Sancar Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol axivî û peyama aştiyê da û got, "Em bi te şer nadin kirin."


'Biratî nabe qurbana saltanatiyê'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku HDP'ê dewlemendiyên hemû gelên li ser vê erdê dîtiye, rêz nîşanî daye û wekî mîrateyeke xurt lê dinihêre û ew ji demokrasiya piraniyan bawer dikin. Demirtaş got, feraseta ku bi yekperestiyê xwe xwedî dike, gel mexdûr kirine. 

Demîrtaş destnîşan kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê deserketina HDP'ê ji desthilatdariya partiyekê bi qîmetir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dengên dayî HDP'ê peyama 'divê em bi hevre bijîn' bû. Peyama 'em aştiyê dixwazin, em demokrasî, diyalog û muzakereyê dixwazin' bû." 


'Civak aştiyê dixwaze'

Demîrtaş got, ne ji karê Serokomarekî ye ku di nava partiyan de nîqaşan derxe û wiha peyivî: "Di nava çend hefteyan de me zarokên xwe yên gerîla, polîs û sivîl ji dest dan. Lê dîsa jî ji sedî 80'ê civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwaze."


'Paşeroja civakê girîngtir e'

Demîrtaş anî ziman ku divê di van rojan de bi aqlê selîm bê tevgerandin û wiha dom kir: "Tu carî bi çekan karê me nîne û dê tune be jî. HDP´ê ji ber ku tercîha xwe kiriye di vê astê de ye. HDP tercîha xwe wekî aştî û demokrasî kiriye. Paşeroja civakê ji partiyên siyasî girîngtir e. Şer destpêkê gelê me dikûje. Piştre jî wicdanê me dikûje. Ger civak aştiyê dixwaze divê aştî pêk bê."


Kî aştiyê dixwaze?

Demîrtaş îşaret bi gotinên "heta laşê wan ê dawî jî bimîne dê operasyon dewam bikin" kir û pirsî ma kesên wisa dibêjin aştiyê dixawzin?Demîrtşa weha dewam kir: "Em her tim banga sekinandina xwînê dikin, ji ber wê jî em aştiyê dixwazin." 


 DÎHA/MÊRDÎN