Belgefilm di bernameya bi navê “Witness” (Şahid) de hate weşandin. Bernameya Witness ji Nairobî heta Filistînê, ji Japonya heta Somaliyê, ji Lîbya heta Tirkiyeyê, ji hemû deverên cîhanê belgefilmên xelat wergirtine yên der barê komkujî û karesatan de diweşîne.
Ji ber vê belgefilma ku rastiyên qirkirina ku Tirkiyeyê aniye serê Ermeniyan, vedibêje, çapemeniya Tirk nerazîbûne tund nîşan da û manşetên “Skandal, El Cezîre derbe li Tirkiyeyê xist” weşandin.
Tirkan ev deq çêkirin
Derhênera Ermenî Suzanne Khardalian dibêje ku dapîra wê tu caran der barê deqên xwe de nediaxivî û wiha dibêje; “Lepikên wê yên spî hebû, bi van lepikan, deqên li ser destê xwe vedişart. Weke ku dapîra min dixwest bîranîna qirkirinê vebişêre. Der barê vê yekê di malê de jî qet tiştek ji me re jî nedigot.”
Khardalian heta 16-17 saliya xwe wê der barê Qirkirina Ermenan de tiştek nedizanî û dibêje; “Niha em hemû dizanin ku me hemûyan jî hin tişt dizanî, lê em nediaxivîn.”
Sira deqan
Khardalian diyar dike ku deqên xwîşka dapîra wê jî hene, lê boriya xwe înkar dike... Ew jî li hemberî vê mijarê bêdeng dimîne. Rojek ji rojan gava Khardalian ji wê dipirse, dibêje; ““Tu çi dixwazî, gelo ez bibêjim Tirkan ev deq çêkirine? Lê îro çi girîngiya wê heye…”
Khardalian diyar dike ku bi darê zorê jinên Ermen dihatin deqdan û dibêje; “Kesek ji wana destûr nedixwest, jinên ku ji vê hovitiyê difilitîn jî, hewl didan bi vîna xwe van deqan ji biayna xwe biavêjin. Jinên ku dixwestin bi kîmyayê van deqan ji rûyê xwe bibin, rûyê wan hemû dibûn birîn.”
‘Hin tiştan em neaifîne'
Khardalian diyar dike ji bi deq ên ji Qirkirinê filitîn, ji aliyê zilamên Ermen ve nedihatin qebûlkirin. Li gor lêkolîna Vahe Taşçyan ev jinên Ermenî yên bi deq ku ji Qirkirina Ermeniyan difilitîn, ji aliyê zilmanê Ermen ve jî êdî nedihatin qebûlkirin. Khardalian bal kişand ku rûpelên wiha rewş û tarî di dîroka wan de hene û dibêje; “Ji ber vê şermê, me nekarî hin tiştan biaxivin.”
'Tirkan çarenûsa me jî dax da'
Khardailan diyar dike ku mirov dikare bi riya belgefilmê, aliyê pirsgirêkê yê hestyarî nîşan bide û destnîşan kir ku ew dixwazin film bibe, filmek mirovî û her wiha me armanc kir ku kesê temaşeyê vî filmî bike xwe têde bibîne.
Kardalian ji ber ku film dereng hatiye kişandin, xemgîniya xwe rave dike û dibêje; “Xwezî dapîra min zûtir sira veşartina destê xwe di nava lepikên spî de, ya ku çîroka rûpelek reş a ji jiyana wê vedişêre, ji min re bigota. Tirkan ne tenê destê van jinan, dax li hemû çarenûsa wan jî xistin, deqa hovitî, tirs û şermê li bîranînên wan xistin.”
ANF/LONDON