Rojava bû moraleke mezin
Nûnerê Platforma Yekîtiya Têkoşînê Serkan Yilmaz jî anî ziman ku ew dest bi pêvajoyek nû dikin û xwest di nava şert û zirûfê welatên Rojhilata Navîn de li Kurdistanê pêvajoyek pêş dikeve û wiha got: "Di encama van geşedanan de ceribînên Rojava derdikeve holê. Li Rojava pêvajoyek pêş dikeve. Ev yek dewleta Tirkiyeyê ditirsîne. Geşedanên li Rojava ji bo Kurdan bû moraleke mezin. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyeyê hin gav ji neçarî avêt. Ji bo ku dewlet Kurdan bi mafekî biçûk înka bike dixwaze li ser navê Kurdan mafê Kurdan diyar bike. Lê divê Kurd bi xwe mafê xwe diyar bikin û Komîsyona Mirovên Aqil ne polîtîka û plana AKP'ê û Serokwezîr Erdogan e. Divê Kurd bi xwe biryara diyarkirina mafê xwe bidin."
'Divê AKP bersîvê bide'
Nûnera Meclisa Jinên Sosyalist ya Dîlokê Sîbel Işik jî anî ziman ku Kurd li hemberî şerê 30 salan ê dewletê yê înkar û îmhayê têkoşîna maf û azadiyê dimeşînin û ji bo azadiya mafên xwe bedelên giran dane. Işık, da zanîn ku Kurdan di sala 2013'an de bi awayekî heybet li Amedê Newroz pîroz kirin û bi vê Newrozê û Peyama Ocalan pêvajoyek nû dest pê kiriye. Işık, da zanîn ku Kurd rast û durist nêzîk dibin. lê dewlet naxwaze qebûl bike û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dibêje ez dê aştiyê bînim. Ger ku AKP samîmî be, wê demê divê bersîvê bide biryara PKK'ê ya agirbestê. Divê guh bide banga Birêz Ocaln. Divê pir samîmî û rast tev bigere. Divê AKP hişmendiya xwe ya 'Çekan bila berdin û bi kuve diçin bila biçin' terk bike. Divê paşvekişandinek hebe bi biryar û vîna meclisê pêş bikeve. Divê ji bo vê yekê zagon bên derxistin û di bin ewlehiya zagonan de gav bên avêtin."
'Wekî hatine bila biçin şaş e'
Rêveberê Şaxa Komeleya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist Mehmet Alî Karabekmez jî piştgirî da peyama Ocalan û li hemberî sekna dewletê bertên xwe anîn ziman. Karabekmez, da zanîn ku dewlet her tim li gorî xwe û yek alî nêzî mijarê dibe û wiha got: "Tevgera Azadiya Kurd peyvira xwe bi cih anî. Lê dewletê li hemberî gavên tevgera azadiya Kurdan gav neavêt. Divê dewlet jî gavan bavêje û li hemberî daxwazên Kurdan samîmî tev bigere. Divê dewlet û hikûmet Kurdan nexapîne. Em dibînin ku nêzîkatiya Komîsyona Mirovên Aqil a li hemberî dewletê ne rast e."
DÎHA/DÎLOK