Di sînemeya Tirkiyeyê de di demê dawî de belgefîlm zêde dibin. Niha jî Derhêner Ebubekir Çetinkaya, li vê qadê berhemek nû zêde kir. Çetînkaya, li ser jiyana civakê û pevçûnên û aloziyên di nava civakê û malbatê rawestiya û xwest sedemê van geşedanên neyînî û encama wan bi civakê re parve bike. Çetînkaya bi belgefîlma ''Yuva'' xwest pirsgirêkên mexdûrên tacîz, tecawiz, tundî, kuştinê bi civakê re parve bike û pişt perdê li ber çavan raxe. Di belgefîlma "Yuva' de 5 leheng hene û rastiya 5 lehengan a di nava civakê de zindî dike. Çetinkaya, anî ziman ku li lori lêkolînê li Tirkiyeyê her ji 4 kesn kesek rastî tacîz û tecawiza malbatî tê. Çetinkaya, anî ziman ku wî di vî fîlmî de xwestiye rastiya tacîz û tecawiza malbatê li ber çavan raxe û sedemê wê bi civakê re parve bike. Çetinkaya, destnîşan kir ku di belgefîlmê de bi taybetî peyva ensest bikar neanîye û wiha got: "Sedema yekemîn dema ez gotina ensest bikar bînim peyva malbatî neyê bikar anîn. Lê min li şûna ensestê peyva malbatî tercîh kir. Min xwest malbat wekî tiştekî pîroz neyê dîtin. Sedema duyemîn jî di têkiliyên ensestê de herdu alî xwedî vina azad in. Di karakterê ku min girt dest de ev taybetî tune. Ji ber vê yekê ez ji vê peyva ensestê dûr ketim.
'Dewlet travmayê vedişêre'
Çetînkaya, da zanîn ku bi belgefîlma ''Yuva'' xwestiye kesekî di nava malbatê de rastî tacîzê dê bîne ziman û derûna wê bi civakê re parve bike. Çetînkaya, da zanîn ku kesek rastî tacîz û tecawizê tê ji ber zextên civakê yên giran nikare derdê xwe û serpêhatiyê xwe vebêje û ev yek bandorê li ser wê çê dike.
Çetînkaya, bilêv kir ku ji ber bîrdozî û feraseta dewletê civak û kes travmayê dijî. Çetînkaya da zanîn ku bingehê civakê malbat e û herî zêde dewlet bandorê li ser malbatê dike û wiha berdewam kir: "Dema kesek rastî tacîz û tecawiza malbatî tê û diçe doktor ango midûriyeta polîsan ji wê dixwazin ve mijarê veşêrin. Ji bo malbat hilneweşe her kes vê yekê vedişêre. Lê divê ev rastî derkeve holê û her kes sedema wê û encama wê zanibin.
Çetinkaya, destnîşan kir ku di nava civakê de rastiyek heye û her tim tê veşartin. Çetînkaya, xwest ji bo her kes vê rastiyê bibîne û li dijî vê rastiyê aciziya xwe bîne ziman amade kiriye.
İZMİR