MAZLUMDER'ê Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a 2011'an û raporên salên 2009, 2010 û 2011'an dan ber hev û li navenda MAZLUMDER'ê aşkera kir. Alîkarê Sekreterê Giştî yê MAZLUMDER'ê Haşîm Savaş rapor aşkera kir. Savaş, diyar kir ku pirsgirêka Kurd di sala 2011'an de jî pirsgirêka herî girîng bû û wiha got: "Dewletê ji bo çareseriya pirsgirêkê dest bi riya bi hemû aliyan re hevdîtinan bike kiribû lê pişt re vegeriya rêbazên berê yên şîdet û ewlehiyê." Savaş, anî ziman ku Kurd bi salanin tên tepisandin û wiha axivî: "Gelê Kurd bi salan rastî terora dewletê hatin. Ji ber polîtîkayên dewletê yên terorê îro rihê Savaş, da zanîn ku divê dewlet dest ji polîtîkayên ewlehiyê berde û mafên Kurdan ên xwezayî bidê. Savaş, bilêv kir ku wekîlê bi dengê gel hatin hilbijartin di girtîgehan de tên girtin tê wateya vîna gel nasnakin. Savaş, destnîşan kir ku neheqiya li dijî Hatîp Dîcle hate kirin li dijî tu kesî nehatiye kirin. Savaş, diyar kir ku li Qilebanê dewletê bombe li ser welatiyên xwe barandin û wiha got: "Em di vê komkujiyê de helwesta çapemeniyê ya tepisandin dît."
DÎHA/ENQERE