Dozger Hîkmet Usta, di rûniştina dawî de îhmalkariya cemaweriyê û dewletê ya li hemberî Hrant Dînk a ji 130 rûpelan pêk tê xwend. Parêzerên malbata Dînk xwestin ku çeperên dozê bên firehkirin û darizandin tenê bi 3 kesan nemîne. Lê ev daxwaza parêzerên malbata Hrant Dînk hate redkirin. Der barê pêvajoya dozê û nakokiyên dozê de Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Rober Koptaş, anî ziman ku Ogun Samast di asansorê de bi telefonê axivî û gelek agahî tên veşartin. Koptaş, da zanîn ku di ser dozê re 4,5 sal derbas bûn, lê heta niha tu gav nehatin avêtin.
Koptaş, bal kişand ser xetimandina dozê û wiha got: "Em di aliyê dozê û darizandinê de hêj li şûna xwe ya berê rawestiyane. Em bawer dikin ku piyê Stenbolê û Trabzonê heye. Divê dosya bê firehkirin û çeperê dozê bê vekirin. Em bawer dikin ku dozger peyvira xwe bi cih nîne. Em dixwazin dozek firehtir ku Ergenekonê jî têxe nava çeperê xwe bê vekirin. Gelek delîl û şahid hene. Bi salan ev yek hate destnîşankirin û nivisandin. Lê ev delîl û şahid nehat lêkolinkirin. Parêzer li ser gelek xebitîn. Gelek agahî bi destxistin. Bi cemaweriyê re parve kirin. Lê ev delîl û dane li ber çavan nehat girtin. Bi zanebûn û pilankirî ser van delîl û daneyan hate tarîkirin. Bûyer tê tarîkirin û çeperê wê tê tengkirin. Dixwazin darizandina dozê tenê bi Yasîn Hayal, Ogun Samast û Erhan Tuncel bi sînor bimînin. Lê pişt perdê jî heye. Divê rastiya li pişt berdê jî bê ronîkirin û darizandin.
Koptaş, destnîşan kir ku piştî biryara DMME'ê têkildarî lêpirsîna 28 burokratan de dosya vebû. Lê piştî wê Wezîrê Karên Hundir ê berê Beşîr Atalay piştî daxuyaniyê lêpirsîn asteng kir.

Hikûmetê gav ne avêt
Koptaş, bilêv kir ku 4,5 sal di ser bûyerê re derbas bû, lê hikûmetê ji bo ronîkirin û darizandina bersûcan tu gav neavêtiye. Koptaş, destnîşan kir ku hikûmet û daraz di aliyê darizandinê de di sinifê de ma û sifir puan stend. Koptaş, daxuyand ku hikûmetê û darazê peyvira xwe bi cih neaniye û bersûcan bi xelat dike.


 DÎHA/STENBOL