Li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence, mûameleyên xirab û qedexeya hevdîtinên vekirî, bê navber berdewam dikin. Vê carê jî hewarek ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hat. Li gorî xizmên girtiyan, girtî her roj di vê girtîgehê de li rastî îşkenceyê tên.
Jina bi navê Sevda Motor a ku li taxa Şevket Sumer a naveçya Akdenîz a Mêrsînê rûdine, serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxê Mêrsînê da û diyar kir ku kurê wê yê di Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de her tim li rastî îşkenceyê tê.
Dayîk Sevda Motor diyar dike ku kurê wê Recep Motorê 22 salî, 4 sal berê bi hinceta “Molotof avêtiye polîsan” hatiye girtin û 14 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Dayîk Motor destnîşan dike ku kurê wê bi qasî 3 salan li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê maye û li wir li rastî êrîşa gardiyanan hatiye. Motor dibêje; “Beriya du mehan ew şandin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Ji ber ku cezayê hevdîtina vekirî wergirtiye, min hefteya borî hevdîtineke girtî pêre pêk anî. Ji min re got ‘Dayê her tim îşkence li me dikin. Di dema hejmartinê de rêbaza leşkeriyê tên pêkananîn. Bi awayeke keyfî cezayê hevdîtina vekirî didin. Ez pir ditirsim. Dibe rojek cenazeyê me ji vir derbike’. Ji min re got ez giliyê rêveberiya girtîgehê dikim. Ji ber wê jî me giliyê rêveberiya girtîgehê kir.”
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Alî Tanri Verdî jî diyar dike ku der barê Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de gelek serlêdan ji bo wan hatine û diyar dike ku ew ê ji bo van serlêdanan bikevin nava hewldanan.

ANTALYA