Birin kampa DAIŞ'ê'
A.R. da zanîn ku beriya bi 3 salan tevî malbata xwe koçî navçeya Hatayê Kirikhanê kirine, bavê wî li Şamê ye û wan sînor bi qeçaxî derbas kiriye. A.R. got, ew ji navçeya Efrînê ne û demekê li navçeyên Hatayê Kirikhan û Skenderûnê mane. A.R., diyar kir ku rojekê dema tevî 2 hevalên xwe yên ji Efrînê li Kirikhanê li ber deriyê mizgeftekê bûn, zilamekî ew li wesayitê siwar kirine û birine cihekî.
A.R. anî ziman ku ew nizane cihê li sînor ku ew birinê li ku derê ye û wiha axivî: "Kesên em anîn bi Tirkî diaxivîn. Li cihê ku em çûnê leşkerên Tirk hebûn. Gelek zarok anîbûn wir. Koma me 20 kes bû. Ji zarokan 3 Kurd 2 jî Ereb hebûn. Yên din hemû Tirk bûn. Ji me re nedigotin em ê çi bikin. Tenê digotin ew ê me perwerde bikin."
'Gotin jin û zarokan bikujin'
A.R. da zanîn ku her roj heman kesan ew dibirin cihê perwerdehiyê û piştre dianîn malê. A.R. got, 6 mehan perwerde bûne û wiha dewam kir: "Leşkerên Tirk jî hebûn. Jixwe em jî fêrî Tirkî bûn. Bikaranîna çek û kalaşnîkofê fêrî me kirin. Çawa û li ku derê em ê mirovan bikujin, fêrî me dikirin. Ji me dixwestin ku em biçin Rojava û jin û zarokan bikujin."
'Min li Efrînê zarokekî 3 salî kuşt'
A.R. got, piştî perwerdehiya çekan a 6 mehan kesekî ew ji sînor derbasî Sûriyeyê kiriye û tevî 3 hevalên xwe hatine Şiyê. A.R. diyar kir ku ew çûye ba xizmên xwe yên li gundê Xelîliyê û got: "Malbateke Ereb li gund hebû. Min zarokê wan ê 3 salî ji mal derxist. Min ji diya wê re got, ez ê wî bibim ba bavê wî yê li nav zeviyan. Min ew bir cihekî bêdeng. Min bi keviran li serê wî xist. Pirr digiriya. Piştre min şalê wî jê kir û ew bi darve kir. Pişt re asayîş hat û ez û du hevalên min girtin."
A.R. da zanîn ku qampa DAIŞ'ê hê jî aktîf e û got, kesên ew perwerde kirine jêre gotine eger tu yekî bikujî û vegerî dê zêdetir pere bidine wî. A.R. da zanîn ku asayîşê agahî daye malbata wî lê ji malbata wî hê tu kes nehatiye serdana wî.
NAZIM DAŞTAN/DÎHA/EFRÎN