Lîstika şanoyê ya Darya Fo ya bi navê ‘Diqîrimʼ li Şehbayê jî qîriya û doza mafên jinan kir.

CEFER CEFO/XANDÎ ELO / ANHA/ŞEHBA

Koma Tiyatra Sarya ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê, lîstika xwe ya şanoyê ya bi navê ‘Diqîrimʼ di Mihrîcana Mîtan a Şanoyê ya 4´an de li kantona Şehbayê pêşkêş kir. Di çarçoveya mihrîcanê de pêşangeheke şêwekarî û fotografan jî hat lidar xistin ku xasma jî balê dikişîne ser koçberî û berxwedana xelkê Efrînê.

Bi sedan şênî tev li nîşandana lîstika şanoyê û lîstikên kurt û pêşkêşiya muzîk bûn. Şanoya ‘Diqîrimʼ ji lîstikên Daryo Fo ye û derhêneriya adaptasyona lîstika wî ya liŞehba hat nîşandan, Sarya Golan kir.

Çalakiyên mihrîcanê di roja 5´an de, bi pêşendana şanoyeke bûkikan destpê kir. Piştre endamên Koma Tiyatra Sarya şanoya xwe bi navê ‘Diqîrimʼ pêşendan.

Lîstik li ser jinekê ye ku doza mafên xwe dike. Lê dewlet nahêle jin mafên xwe bi dest bixe û wê digire. Di hepsê de her cûre êşkenceya derûnî lê dikin.

Jina girtî di dawiya şanoyê de dibêje, dê têkoşîna xwe bidomîne heta mafê xwe bidest bixe û binpêkirinên dewletê qebûl neke.

Piştî lîstika şanoyê, sînevizyoneke li ser çalakiyên ku jin ji bo ku doza mafên xwe bike, dike, hate nîşandan.

Di dawiya şanoyê de temaşekeran dirûşmeya “Jin jiyana azadî” got.

Bi wêne û fotografan berxwedan

Di çarçoveya çalakiyên mihrîcanê de pêşangeheke şêwekariyê û fotografan li dar dikeve. Bi dehan tabloyên şêwekariyê û fotograf korîdorên hola Çiyayê Kurmênc dixemilînin.

Şêwekar Aslan Mamo û wênegir Ehmed Vînîsiya tev li mîhrîcanê bûn û tablo û wêneyên xwe nîşan didin. Di tabloyan de serpêhatiyên berxwedanê û koçberiya şêniyên Efrînê ku bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê hatine kirin, bi gewde dibin.

Mijarên ku wênegir Ehmed Vînîsiya di fotografan de kampên koçberiyê yên li herêma Şehbayê ne. Di wan fotografan de azarên şêniyên di şertên koçberiyê yên zehmet de derdikevin pêş. Ew her wiha berxwedana şêniyên rave dikin.

Ehmed Vînîsiya cara yekê bi 18 fotografan beşdarî Mihrîcana Mîtan a Şanoyê dibe. Vînîsiya dibêje, hemî wêneyên wî li kantona Şehbayê hatine girtin. Hinek li kampên koçberan û yên din li gundan hatine girtin. Vînîsiya got, “Min ji wênegiriyê hez kir, ji ber vê min xwe di vî alî de bi pêş xist. Di 2 dewreyên perwerdeyê de li Efrînê û Şehbayê ez fêrî hunerê wênegiriyê bûm. Ez ê beşdarî çalakiyan bibim heger piştgiriya şêniyên Efrînê bikin.”

Êş, azad û berxwedan di tabloyên Aslan Mamo de

Aslan Mamo jî hunermendekî şêwekar ji Efrînê ye. Berê gelek pêşangehên wî li Efrînê û derveyî wê li dar ketine. Aslan bi 17 tabloyan beşdarî Mihrîcana Mîtan bûye.

Da ku êş û azara gelê Efrînê rave bike, Aslan di tabloyên xwe hemûyan de rûyên mirovan ên xemgîn xêz kirine. Her wiha hin tabloyên ku darên zeytûnê yên hatine birrîn di wan de xuya ne jî yên wî ne.

Li ser beşdarbûna xwe di mîhrîcanê de Aslan got, ew beşdarî vê çalakiyê bûye da ku piştgiriya gelê Efrînê bike, wan hembêz bike û êşa wan kêm bike.

Çalakiyên Mihrîcana Mîtan a Şanoyê ya 4´an wê heta 5´ê Sibatê dewam bikin.