Di nava 5 mehên dawî de 3 girtiyên nexweş ên li girtîgehan nayên darmankirin û serbest nayên berdan jiyana xwe ji dest dan. 5 meh berê girtiyê bi navê Şahabettîn Yucel ê ku li Konyayê di operasyona bi navê "KCK'ê" de hate girtin ji ber nexweşiya pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest da û 2 hefte berê jî girtiyê nexweşê pençeşêr Îrfan Eskîbag ê li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê jiyana xwe ji dest da. Ji girtîgehan agahiya mirinê duh ji Girtîgeha Xelatê hat. Girtiyê ji sedî 50 felç û nexweşê tansiyonê Gurgun Kurt ê 63 salî ji ber xwîn ket ser mêjiyê wî û felca mêjî derbas kir mir. Her sê girtî jî di rapora ÎHD'ê de cih digirtin û ji bo serbest bên berdan bang dihatin kirin lê ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest dan. Hêj li girtîgehan 400 girtiyên nexweş ên bên dermankirin û serbest bên berdan hene.

230 girtiyên nexweş giran in

Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Îsmaîl Boyraz, anî ziman ku wan weke ÎHD ewil girtiyên nexweş ên li girtîgehan tesbît kirin û wiha got: "Li girtîgehan 412 girtiyên nexweş hene. Me ev kirin rapor. Ji van 130 divê gelek lezgîn bên dermankirin. Dermankirina van 130 girtiyên nexweş li girtîgehan ne mimkûn e. 230 girtiyên din ên nexweş jî giran in. Rewşa wan girtiyan jî hekîman kirin rapor. Li gorî raporên hekîman dan me hem ji Wezareta Dadê û hem jî ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re şand. Me ev rapor ji hinek cihên din re jî şandin."

3 girtî jiyana xwe ji dest dan

Boyraz, anî ziman ku Wezîrê Dadê got wan 50-60 girtiyên nexweş serbest berdan lê tenê ji wan girtiyan yek tenê girtiyekî siyasiye û wiha axivî: "Me ji Midûriyeta Giştî ya Girtîhan randevu girt. Me lîsteya girtiyên nexweş a amade kir da wan. Bi rêveberiyên girtîgehan re dikarin çi bikin me nêrînên xwe ji wan re got. Me xwest ku girtiyên nexweş bi lezgînî bên berdan. Hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest dan bûn 3 kes. Girtiyê bi navê Gurgun Kurt ê li Girtîgeha Xelatê jiyana xwe ji dest da. Berê jî Îrfan Eskîbag û Şahabettîn Yucel jiyana xwe ji dest dabûn. Girtiyên jiyana xwe ji dest dan di lîsteya me amade kir de hebûn." Boyraz, polîtîkaya hikûmetê ya li hemberî girtiyên nexweş rexne kir û wiha pê de çû: "Ez gelek mereq dikim hikûmet bi polîtîkaya mirinan bi şopîne dê çareseriyê peyda bike. Hikûmetê herî dawî bi 4'emîn Paketa Dadê ji bo girtiyên nexweş ligel rapora Saziya Tipa Edlî hebe ji dozgeran re peywira "ji civakê re talukeyê pêk bîne" nasî. Ev yek jî ligel raporên gelek girtiyên nexweş ên Saziya Tipa Edlî hebin jî serbest nayên berdan. Em bang li hikûmet û Wezîrê Dadê dikin ku bi lezgîn di vê mijarê de çareseriyekê peyda bikin."
Boyraz, da zanîn ku piranîna girtiyên nexweş ên li girtîgehan siyasî ne û wiha pê de çû: "Hikûmet ji bo 'kesên ji çiya tên xwarê nemirin' hewildana çareseriyê digere. Mîlîtan derdikevin dersînor. Ev gavekî erenî ye. Heke hikûmet çareseriyê bixwaze bila mirinên li girtîgehan rawestîne. Divê çareseriya siyasiyan serbest berbidin peyda bikin." 

DÎHA/ENQERE