Nûnî, da zanîn ku wekî Îran, Suriye û Tirkiye beşek ji wan guhertinên ku rû didin ji bo Kurdan firset e. Nûrî, anî ziman ku pêwiste Kurd wek neteweyekî di dirokê de heqaretek mezin û zilmek li ser hatî kirin baş binirxîne û wiha got: "Divê bi plan û stratejiyek neteweyî nêzî gel bibin. Divê Kurd di her alî de bibin yek. Divê hêzên Kurd li çar aliyê Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin."

'Divê perleman rolê sereke bilîze'
Abdullah Mele Nurî, li ser erka konferansê rawestiya û destnîşan kir ku divê Konferansa Neteweyî gelê Kurd bi rêxistin bike û dengê wî û helwesta wî bike yek. Nûnî xwest feraseta dewletên ku Kurdistan perçe kiriye ji bîr neke û dîroka xwe û welatên dagirker li ber çavan derbas bike. Nûrî, Kurd hişyar kirin û xwest bêxem û sersariyan neke û her tim hişyar û li ser piyan bin. Nûrî, ji Kurdan xwest ku vê derfeta heyî ji dest bernedin û derfetên heyî ji bo yekîtî û netewbûnê pêş bixin.
Nûrî, bal kişand ser rewşa Herêma Federal a Kurdistanê û xwest li ser raweste û giringiyê bidê. Nûrî li ser rol û eurka parlemanto û parlementeran jî rawestiya û xwest ji bo parastina çand, ziman, nasname û nirxên gilê Kurd d nava hewldanan de be.

'Divê em ji paşeroja xwe dersê derxin'
Nurî, di derbarê siyaseta li ser Kurdan tê meşandin jî rawestiya û wiha got: "Pêwiste di demek nêzik de vê konferansê bi encam bikin da ku bikaribe pirsgirêkên hene çeraser bike. Ji ber ku gelek pirsgirêkên biçûk ji hene heya niha me ne karine çareser bikîn. Li Kerkukê çend salin li ser kar dikin. Lê hin negihiştine encamekê. Ji ber ku yekîtî tune. Kurdistan ser erd û binerd tê talankirin û gelê Kurd nikare jê sudê bigre û ji bo welatên din tê rêkirin. Kurdistan hertim hatiye bombebarankirin û kîmyebarankirin. Ji ber vê ji pêwiste ev ezmun neyê duberekirin. Divê em ji serburiyan ders derbixîn.
Nûrî xwest Kurd ji bo berjewendiyên tekakesî nev negerin û li gorî hest û bîrdoziya neteweyî tev bigerin û hemû partiyên siyasî, kesayetên rewşembîr, kesên xwedî hêz û rojnamevan destê xwe bidin hev û ji bo mafê gelê Kurd têbikoşin.


DÎHA/HEWLÊR