Seroka herêma NRW ya Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê Fûnda Ozturk, amadekariyên rêxistinên Elewiyan ên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê ji ANF'ê re nirxand.
Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Wûppertalê, ku xebatên xwe yên beriya hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe bênavber didomîne, civîna xwe ya vê hefteyê li Navenda Çanda Elewiyan a Wûppertalê lidar xist. Seroka herêma NRW ya Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê Fûnda Ozturk got, "Em rêxistinên Elewiyan, divê mirovên xwe bibin ser sindoqan û bihêlin ku dengên xwe bidin HDP'ê."
Ozturk bibîr xist, ku wan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi HDP'ê re tifaqa hilbijartinê kirine û got, "Em bi biryara xwe a destekkirina HDP'ê ya li Frankfûrtê hat wergirtin re dilsoz in. Û di vî warî de dixebitin."
Ozturk ragihand ku daxwaza wan a herî mezin ew e; yên xwedî mafê bikaranîna dengan e biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP'ê û got, "Dema dengê xwe bi kar bînin, dixwazim gelek tiştên ti carî ji hişê xwe dernexînin, bînim bîra hilbijêran. Rewşa li Tirkiyeyê, bi taybetî hovîtiya li Kurdistanê. Dixwazim bînim bîra mirovan ku miriyên me bi erdê ve kaş dikin, zarokên me yên keç bi taybetî jî dixwazim Cemîleya me bînim bîra her kesî. Dixwazim hilbijêr êşa wê dayikê bînin bîra xwe. Dixwazim, zîhniyeta paşverû ya li hemberî jinan siyasetê dimeşîne bînim bîra mirovan. Bi vî rengî divê mirov dengê xwe bi kar bînin. Lê belê armanca me ya destpêkê ew e, ku mirovên xwe yên rêxistinbûyî bibin ser sindoqan û bihêlin ku dengên xwe bidin HDP'ê.
ANF/KOLN