Piranîna cenazeyan hatibûn şewitandin û perçekirin ji ber vê yekê cenaze nehatin teşhîskirin. Prof. Dr Şebnem Korur Fîncanci, anî ziman ku divê ji cenazeyên endamên HPG'ê teqez mînakên nênûk, por û cerm bên girtin.
Fîncanci, da zanîn ku divê hemû îdîa bên lêkolînkirin û otopsiya cenazeyan li gorî Protokola Otopsiyê ya Mînnesotayê û ji aliyê heyetekî serbixwe ve otopsî bê kirin. Fîncanci, destnîşan kir ku piştî dîmenên hovîtiyê nîşan didin îdîayên çekên kîmyevî hatin bikaranîn bên lêkolînkirin, pêwiste mu encama otopsiyan derkev holê û wiha got: "Divê hemû îdîa bên lêkolînkirin û bersiva wan bê dayîn." Fîncanci, bilêv kir ku divê di çarçoveya Protokola Otopsiyê ya Mînnesotayê ya ji aliyê hemû cîhanê ve hate qebûlkirin ji cenazeyan mînakên nenî, por û cerm bê girtin. Fîncanci, derbirî kir ku mijara girîng ya duyemîn jî divê hemû melzeme û cilên tê gotin ayîdî HPG'iyan in li cihê bûyerê hatin dîtin bên lêkolînkirin û wiha axîvî: "Îdîayên çekên kîmyevî hatin bikaranîn heye. Di vê reşwê de divê teqez mînakên nenîk, por, mû û cerm bên girtin. Divê li ser cilan lêkolîn bên girtin û taxrîbata di riyên bêh girtinê de bên lêkolînkirin."

Bang li malbatan hate kirin

Fîncanci, bang li malbatan jî kir ku da serlêdanê ji bo heyetek serbixwe bikin û da zanîn ku heke tiştekî wisa pêk bê ew dê bi heyeteke serbixwe îdîayan lêkoîn bikin. Fîncanci, bal kişand ser xala din a girtîn ya piştî serlêdana malbatan a lêpirsîna dozgeriyê û wiha pê de çû: "Heke di qada lêpirsînê de kêmasî pêk bên wê demê dê li DMME mehkumiyet derkeve." Fîncanci, diyar kir ku li gorî Zagona Dadgehên Ceza di dema otopsiyê de heyetekî serbixwe li wir be. Fîncanci, anî ziman ku Komeleya Bisporên Tipa Adlî ji bo vê yekê pêk bîne bi hemû baroyan re di nav têkiliyê da ye. Fîcanci, bi birxist ku malbata dikarin li ser baroyan re ji THÎV û Komeleya Bisporên Tipa Adlî re serlêdanan bikin û wiha berdevam axaftina xwe kir: "Heke serlêdanek hebe komele peywirdariyê dê bike. Heke ji THÎV'ê re jî daxwazeke wisa çêbibe dê di dema otopsiyê de amade bibin."

Fîncanci, wêneyên Endama HPG'ê Ebru Muhîkanci jî lêkolîn kir û destnîşan kir ku nirxandinên li ser wêneyan bisînor û xapandinê jî pêktînin lê perçekirina li cenaze ji ber xerabûnê dibe. Fîncanci, da zanîn ku perçekirina cenaze dibe ku ji ber bombeya li qadeke girtî teqiyan û bê oksîjen manê pêk hatibe û wiha got: "Li vir ji ber bê oksîjeniyê mirin pêk hatibin. Mirinên wisa dema bombe di teqe hemû Oksîjenê winda dike. Li vir dibe ku rewşeke wisa hebe. Dema ku di qadeke wisa de bombe di teqe hemû organên însana bi taybet kezep perçe dibe. Li gel vê yekê kasên mirovan xar dibin. Pî û tilî hemû xar dibin."


ÇAGDAŞ KAPLAN - DÎHA-STENBOL