Çelîk bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Ji bo ku mirov ji zagonan sûd werbigire, divê ne Kurd be. Nexwe tu giringiya sûcê we tune ye."
Pêşnûmeya Zagona Lijneya Parastin û Navenda Alîkarî û Serbestiya Bi Kontrol a bi zagona têkildarê Tedbîrên Ewlehiyê ya Înfaz û Cezayê (6291), di 5'ê Nîsanê de ji Lijneya Giştî ya meclîsê de hatibû qebûlkirin û bibû zagon. Li gorî zagonê hikumxwarên ku zarokên wan ên temenê wan di navbera 0-6'an de hebin û ji serbestberdana wan 2 sal an jî kêmtir bimîne, dê bikaribin ji xala serbestiya bi kontrol sûd werbigirin û ji girtîgehê derkevin. Ligel ku zagon vê dibêje jî Dayika zarokek 3 salî Mevlude Çelîk ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ji sûcek edlî de wekî hikumxwar tê girtin, bê hincet nahêlin ku ji zagonê sûd werbigire. Çelîka ku divê ji xala serbestiya bi kontrol serbest bê berdan, hîn di girtîgehê de ye.
Daxwaza Çelîk hat red kirin
Çelîk sedema ku nahêlin ji zagonê sûd werbigire bi Kurdbûna xwe girê dide. Çelîka ku ji Mêrdînê ye serî li 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bakirkoy da û xwest beriya ku 7 meh ji serbestberdana wê maye, ji xala serbestiya bi kontrol were berdan. Lê belê dadgerî daxwaza Çelîk red kir. Serdanên Çelîk ên di 11'ê Nîsan û 28'ê Gulanê jî wekî serlêdana berê bê hincet hate red kirin.
Çelîk ligel ku di serlêdana xwe de "serbestberdana hevalên xwe yên heman dosyayê" û "di heman şert û mercan de ye" nîşan da, bersiva neyînî girt. Çelîk, li hemberî bersiva redkirinê bertek nîşan da û wiha got: "Ji bo mirov ji zagonê sûd werbigire, divê ne Kurd be. Nexwe tu giringiya sûcê we tune ye."
DÎHA/STENBOL