
Di daxuyaniya ji aliyê Dîrektroa Rêxistinê ya Bernameya Rojhilata Navîn Hasiba Hadji Sahroui ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Kebûdwend tenê ji ber parastina mafê mirovan hatiye girtin û xwest ku çalakê Kurd di demeke zû de serbest bê berdan.
Sahroui destûrnedana Kebûdwend bo hevdîtina bi kurê xwe yê nexweş re weke 'zilmê' bi nav kir û bang li rayedarên Îranê kirin ku vê daxwaza Kebûdwend qebûl bikin. Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû. Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi henceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
LONDON