Di destpêka panelê de Hîndekarê Zanîngeha Sabanciyê Şerîf Derînce axivî û diyar kir ku Tirkiye li şûna çareseriya peş bixe pevçûnan zêde dike û wiha axivî: "Xuya dibe ku mijarên perwerdahiya zimane dayikê û perwerdahiya pir zimani yên ku hin platforman de tên nîqaş kirin û di çekirina makeqanun de tiştekî girîngê ji rojevê ket. Ev rewş nîşan dide ku mijara perwerdahiya zimane dayikê encex bi aşitiyê û lihevhatina civakî re tê bê axaftin. Lê gelek tecrubeya welatan de derket holê ku perwerdahiya zimane dayikê perwerdahiya pir zimanî di pevajoyên pevçûnan bûyê sedema guhartinên baş."
'Dê dawî li cudakariya mirovan bê'
Piştî Derîncê Akademîsyenê Zanîngeha Stokholmê Prof. Dr. Carol Benson axivî, Benson, diyar kir ku dema zarok bi zimane dayikê perwerdahiyê bigrin her tim serkeftin û got modelên perwerdahiya pir zimanî ji bo mafê mirovan jî pir girîngê. Benson, destnîşan kir ku ji ber ku Tirkiye pevajoya çekirina makeqanune de yê şanse çareserkirina pirsgirêka perwerdahiya zimane dayikê jî heye. Benson, anî ziman ku ger daxwazên perwerdahiya zimane dayikê bên cih dê cudatiya di nav mirovan jî bi dawî bibin. Benson, bilêvkir ku divê li Tirkiyê di çekirina makeqanune de pirsgirêka perwerdahiya zimanê dayikê bê çareserkirin.
Prof. Dr. Susan Malone jî tecrubeyên xwe yên xebatên welatên din hevparkir. Malone, diyar kir ku di cîhanê de 6 hezar 800 ziman heye û gelek welatan ji ber ku zarok bi zimane dayika xwe perwerdahiyê nagirin pirsgirêk dijîn. Malone, destnîşan kir ku li Fîlîpînlerê 128 ziman, Yenî Gîne 8 hezar 600 ziman henê û bi gelek welatan medolên perwerdahiya pir zimanî avakirine. Malone, da zanîn ku li Tirkiye 44 ziman henê û li Tirkiye bernemaya perwerdahiya pir zimanî bi pêş bixe.
Nûnerê Wezîrê Perwerdahiya Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Najmaldîn Araz jî, bîranîn ku Kurdan li dijî hikûmeta Saddam gelek tekoşîn dan û pir êş kişand û got: "Mafê mirovan ya di zimane dayika xwe de perwerdahiyê bigirin heye. Xwendekarên di zimane dayika xwe perwerdahî dibînin zû pêş dikevin."
Panel, bi pirs û bersîvan bi dawî bû.
DÎHA/STENBOL