Dora, bal kişand ser daxuyannameya sala 1936'an li dijî hiqûqê pêk hatiye û wiha got: "Li gorî vê pêkanînê Vaqifê li dijî fermiyetê hemû belgeyên baweriyên nemisilman desteser kiriye. Ji ber ku darazê jî ev erê kiriye mixabin hemû welatiyên nemisilman wekî welatiyên Tirkiyeyê nehatine qebûlkirin. Her wiha hemû mal û mulkê wan jî ji aliyê Vakfê ve hatiye desteserkirin. Ji ber vê yekê kesên kêmar ji aliyê çavkaniya hatiyê ya aboriyê ve têk çûne. Dîsa li aliyê din kêmarên li Tirkiyeyê di aliyê jiyandin û pêkanina çand û baweriya xwe jî rastî zahmetiyên gelek mezin hatine. Ji ber ku rastî gelek zor 3u zahmetî hatine neçar mane ku koçî Welatên Ewropayê bikin. " Dora xwest dewlet bi lezgîn pirsgirêkên kêmaran çareser bike û îbadetxaneyan ji bin kontrola Midûriyeta Vafikan derxe. Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye jî der barê butçeya Saziya Dîrokê de diyar kir ku li Tirkiyeyê saziyên dîrokê yên fermî ku butçe ji wan re tê cudakirin, ji aliyê yek hiş û destî ve tê plankirin û wiha got: "Pirtûkên dersan li gorî feraseta fermî agahiyên dîrokê pêşkêş dike. Li gorî gotinen nijadperest û zayendperest dev digere. Dixwaze li gorî vê ferasetê jî civakê bi teşe bike. Her wiha dixwaze civakê di qada civakî, çandî û siyasî de jî bi teşe bike. Di dîroka komarêde ji be vê feraseta yek hişmendî û yek dest kêmarên li Tirkiyeyê her tim mexdûr bûne û nehatine dîtin. Her tim rastî komkujî, qirkirin û înkar û îmhayê hatine. Her tim wekî sûcdar hatine dîtin. Li vî welatnî Kurd, ermenî li hemberî welatên cîhanê wekî neyarê Tirkiyeyê dane nasîn. Ji bilî BDP'ê hemû partiyên din vê hişmendiyê diparêzin. Ji bilî kêimarên din neteweya Kurd ku li Tirkiyeyê nifûsa wê 25 milyone jî nayê dîtin û mafê wê nayê qebûl kirin."
Birtane, destnîşan kir ku gelê Kurd di dîroka komarê de gelek caran rastî komkujî û qirkirinê hatiye û gelek caran mafê wan ê neteweyî û gerdûnî hatiye înkarkirin.
ENQERE