Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementera BDP’ê Sebathat Tuncel û Levent Tuzel, Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Tûran, Serokê GIştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Rêveberê Weşana Giştî ya rojnameya Atilimê Îbrahim Çiçek, rojnamevan-nivîskar Nûray Mert, Cengîz Çandar, Prof. Dr. Erol Katircioglû û Prof. Dr. Mîthat Sancar û kenve misteşarê MÎT’ê Cevat Oneş jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
Axaftina vekirinên ji aliyê Hervserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ve hate kirin û destnîşan kir ku ger di pirsgirêka Kurd de nirxandinên objektîf bêne kirin, dê pirsgirêk bikeve ser rêya çareseriyê.
Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de got ku divê rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan baş were zanîn got; “Hikûmet dê piştgirî bide nêrînên Ocalan an jî nade. Raya giştî dê biecibîne, an jî neecibîne. Ger em realîteyekê gotûbêj bikin, divê vê yekê bibînin ku yê ku herî zêde li ser PKK’ya ku nêzî 30 salan e tekoşîn dimeşîne ew e. Ger dê di navbera PKK û dewletê de aşitiyek pêk bê, rola vê Ocalan di vê yekê de divê baş were zanîn.

'Bandora Ocalan li ser milyonan mirovî heye'
Demîrtaş got; “Em nikarin realîteyeke wiha tune bihesibînin” û wiha berdewam kir; “Ocalan realîteyek e. Bandora wî li ser rêxistina wî û bi milyonan gel heye. Hikûmetê jî bi wî re hevdîtin pêk aniye. Partiya me jî aktorek a vê pêvajoyê ye. Li vî welatî em bi berpirsyartiyeke a pêkanîna aşitiyê û berpirsyartiyên wijdanî û mirovî re rû bir û ne. Rayagiştî ya Tirkiyeyê jî bi awayeke berfireh tolerans daye vê yekê. Hevdîtinên Osloyê jî tu rageşî di nava rayagiştî de çênekiriye. Her kesê piştgirî daye vê yekê.”
Hevserok Demîrtaş ragihand ku pêwîstî bi reşbîniyê tune ye û got; “Em jî di demek wiha ku tê gotin 'Her tişt qediya, diyalog qediyan' em neçar in rol werbigirin û diyalogan ji nû ve bidin destpêkirin.”
Demîrtaş got; “Em êdî dixwazin rêbereke siyasî, serokwezîrek ku bikaribe bibêje ‘Ez êdî dixwazim li welatê xwe aşitiyeke mayînde bibînim’ bibînin.” Û wiha berdewam kir; “Lê di vê demê de, bendewariyên ji bo em piştgiriyê bidin polîtîkayên hikûmetê tê wareya kişandina sêpêya li binê lingên BDP’ê. Lê ger hikûmet ji bo çareseriyekê vîneke siyasî deyne holê, em amade ne ku piştgiriyê bidin. Derdê me çareserkirina pirsgirêkên sereke yên vî welatî ne.”

'Divê sîstema Îmraliyê ji holê rabe'
Demîrtaş bal kişand ser tecîrda li ser Ocalan û got; “Divê bi awayeke cidîtir û rastir nêzîkê aktorê herî girîng ê çareseriyê bibin. Ev yek jidiliya we ya li hemberî pirsgirêkê nîşan dide” û wiha domand; “Divê sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê rabe. Divê ji bo bikaribe rola xwe bileyîze, zemînek were amadekirin. Behsa hesasiyetên gelê Kurd dikin. Hesasiyetên Gelê Kurd jî hene. Divê em hevsengkirina van hesasiyeta ji gelên Tirkiyeyê re vebibêjin. Bila projeya hikûmetê hebe. Gelo nexşerêya wê ya çareseriyê çi ye?”
Demîrtaş destnîşan kir ku divê hikûmet dest ji polîtîkayên şer û pevçûnan berde û got; “Li hemberî hikûmetek ku bibêje ‘Ez dixwazim pirsgirêkê bi rêyên aşitiyane çareser bikim’ tu kesek çek bi kar nayne. Lê ger hikûmet bibêje 'Ez bi biryar im, operasyonên KCK’ê dê bidomin, ez bi biryar in ez yên filan şkeftê de tune bikim’ wê çaxê tu kesek ji hikûmetê bawer nake. Divê zelal bibe ka Kurd bi kîjan statûyê li vî welatî dijîn.”

ANF/STENBOL