AMED: Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî di çarçoveya alîkariya Rojava de li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de rêveberên BDP'a Yenîşehirê, Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafize Îpek gelek endam û rêveberên BDP'ê jî di navde amade bûn. Hevserokê BDP'ê yê Amedê Mehmet Emin Yilmaz, têkoşîna gelê Rojava a şoreyê silav kir û wiha got: "Alîkariya Kurdan a Gelê Rojava berdewam dike. Divê gelê me Gelên Rojava bi tenê nehêle. Em wekî BDP'a Amedê ji bo piştevaniya neteweyî, civakî aborî û hemû qadên din piştgiriya xwe berdewam bikin. Em bang li her kesî dikin ku di vî alî de gelê me hestyar tev bigere."
AGIRÎ: Rêxistina BDP'ê ya Agirî jî bi heman armancê ji bo alikariya Gelê Rojava li avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de nûnerên saziyên sivîl jî cih girtin û piştgiriya xwe anîn ziman. Serokê BDP'a Agiriyê Halef Keklik, diyar kir ku gelê Rojava ne bi tenê ye û xwest her kes piştgiriyê bide Gelê Rojava. Keklik, xwest kesên alîkariyê bi Gelê Rojava re bikin serî li Rêxistina BDP'ê bidin.
GIMGIM: Li navçeya Giemgimê ya Mûşê jî Rêxistina BDP'e ji bo alîkariyê bide gelê Rojava civînên xwe yên li tax û gundan berdewam dikin. Rêxistina BDP'ê bi keyayên gund û taxan re civîn pêk ani û xwest her kes alîkariyê bidin Gelê Rojava. Civin li avahiya Şaredariya Gimgimê pêk hat. Şaredara Gimgimê Gulşen Çelebî û Serokê BDP'a Gimgimê Giyasettin Altun tev li civinê bûn. Şaredar Gulşen Çelebi, diyar kir ku Gelê Rojava ji ber şerê navxweşî pirsgirêkên mezin dijî û xwest her kes piştgiriya xwe binin ziman.
NAVENDA NUÇEYAN