Berpirsa HRW’yê (Human Right Watch-Çavdêriya Mafê Mirovan) ya Tirkiyeyê Emma Sinclair-Webb di daxuyaniya nivîskî de, bal kişand ku girtina Zarakolû û Ersanli ya di bin navê KCK’ê de aşkere kir ku çiqas pirsgirêkên daraz û pergala dadê ya Tirkiyeyê hene. Emma Sinclair-Webb destnîşan kir ku ev girtin yek ji parçeya zextên li ser partiya zagonî BDP û xebatên wê yên siyasî û zagonî ye. Sinclair-Webb got; “Girtina Zarakolu û Ersanli Tirkiyeyê ji bo bi awayeke xirab karanîna zagona dijî terorê ya li hemberî azadiya raman û rêxistinê rê li ber rêbazeke nû vekiriye.”

'Tevna polîsan berfireh bû'

Sinclair-Webb bi bîr xist ku di van du salên dawiyê de, di encama operasyonên polîsan ên ku her ku diçin berfirehtir dibin de bi hezaran kesên têkiliya wan bi BDP’ê û derdorên din ên siyasî re hene, bi têkiliya ligel PKK’ê û di çarçoveya KCK/TM’yê de têne sucdarkirin. Sinclair-Webb, got; “Em dibînin ku li Tirkiyeyê ji bo çewisandina tevgera siyasî ya Kurdan tevna polîsan bi awayeke mezin hatiye berfirehkirin.” Sinclair-Webb, bal kişand ku tu delîlên ku piştrast dikin ku van kesane alîkariya aborî û lojîstîk dane rêxistina çekdar, an jî çalakiyên tundiyê plan kirine, tune ne, ji ber wê jî divê dadger û dozgerên tirk tavilê van dozane betal bikin.” Sinclair-Webb got; “Tirkiyeyê di TMK’yê de sucê terorê bi awayeke pir fireh û şîlo pênase kiriye. Şîrovekirina vê zagonê ya ji aliyê dadgehan ve jî dibitiyên bi awayeke xirab karanîna vê zagonê zêdetir dikin.”

'Divê TMK were guhertin'

Siclair-Webb bi bîr xist ku raportorê taybet NY’yê Martin Shein parastina mafê mirovan û azadiyên sereke yên mirovan a di çarçoveya “tekoşîna li dijî terorê” de rexne kiriye û xwestiye bê guhertin, Komîsyona Ewrûpayê gelek caran balê kişandiye ku li Tirkiyeyê “zagona tekoşîna li dijî terorê” bi awayeke xirab tê bikaranîn û herî dawî di Rapora Pêşveçûnê ya di cotmeha 2011 de weşand, careke din bi bîr xist ku pênaseya “terorê” ya li Tirkiyeyê pir berfireh e. Sinclair-Webb, diyar kir ku ev pirsgirêka ku NY û Komîsyona Ewrûpayê jî bi bîr xistin, nehatiye çareserkirin û ev bangawazî kir; “Divê Tirkiye tavilê vê zagona ewqas berfireh û şîlo biguherîne, divê dest ji bi awayeke xirab karanîna vê zagonê ya ji bo cezakirina kesên kiryarên siyasî û rewa dimeşînin, berde.”
HRW’ê di berdewama daxuyaniya xwe de cih da operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê KCK’ê de her ku diçin berfirehtir dibin.

HRW’ê di daxuyaniyê de bal kişand ku endamên BDP’ê û aktîvîstên cûda bi îdîayên ‘têkiliyên wan bi PKK û KCK’ê re hene’, ji gelek dozan têne darizandin û wiha ev agahî da: “Piraniya delîlên der barê bersucan de ji guhdarkirina telefonan hatine wergirtin, her wiha ofîsên ku her tim ji aliyê bersucan ve têne karanîn, e-peyamên ku nivîsandine, hatine şopandin, evane hemû jî weke îfadeyên şahidên veşarî têne destnîşankirin. Lê der barê van bersucan de delîlên pir kêm ên sucên terorê yên ku li gorî hiqûqa navnetewî weke sucên terorê tên zanîn, weke; bombekirina sivîlan, rehîngirtina sivîlan, an jî plankirina van sucan û sucên weke vana hene. Her wiha di îddîanameyan de jî ne tu delîlên ku piştrast dikin ku van bersucan alîkariya aborî û lojîstîkî dane rêxistina ne zagonî, ne ne ji delîlên ku piştrast dikin ku bersuc bûyerên tundiyê tehrîk kirine, tune ne. Bi boneya ku hêj hin lêpirsîn didomin, kesên tên girtin hem zêde ne, hem jî li cihên cuda ne, her wiha ji ber ku têkildarî lêpirsîn û dozan tu îstatîstîkên fermî nehatine wergirtin, hejmara girtiyan û yên tên darizandin tam ne diyar e. Lê dîsa jî ew yek teqez e ku zêdetirê çend hezaran kesî têne darizandin.”

ANF/NEW YORK