Parêzerên piştî hatin girtin nameya ku muwekîlê wan Ocalan ji wan re şand nirxand û wiha gotin:  "Muwekilê me Ocalan got 'Ger ku tê îdîakirin parêzer di komîteya Rêbertiyê de cih digirin, wê demê divê berî her tiştî îfadya min bigirin. Heta niha dozgerê eleqeder îfadeya min negirtiye. Îdîayên dozger ên berfireh raste rast min dike hedef. Ji ber ku ez jî dikevin sînorê hedefê divê îfadeya min jî bigire. Divê derbarê hemû îdîayan de berê lêpirsîna min bike. Hemû hevdîtinên ku bi tevahî di bin kontrol û venêrtiya rayedaên dewletê de pêk tên zagonî ne. Îdîayên veşarî bi tevahî "Komploya siyasî û garabeta hiqûqî" ye. "
Parêzeran destnîşan kirin ku di 22'ê Tîrmeha 2011'an de operasyona li dijî wan pêk hat, garabetek hebû û der barê wan de biryarê komî yên veşartî hatin girtin. Parezeran pirsa "Plan (komplo) heye? pirsîn û mînaka Garabeta Hiquqî dan û wiha gotin: Muwekilê me yê di bin venêrtiya Wezareta Dadê ya T.C'ê de ye û di girtîgeha ku li Tirkiyeyê herî zêde di bin tedbîran de ye û her dem û li her terî gav û saet tê şopandin û temaşekirin çawa çêdibe ku "Lêgerînên rêxistina veşarî" pêk bên?
Mînaka Kompoya Siyasî ye: Çima hemû hevdîtinên me yên 13 salan li ber çavan nayên girtin, çima tenê hevdîtinên me yên di serdema diyalog, muzakereyan rastî lêpirsînê tên?


'Çima em bûn hedef'
Parêzeran bal kişandin ser daxuyaniya pêvajoya 13 salan ya bi Ocalan re û wiha gotin: "Di encama vê helwestê de hiqûqa xwe binpê kirin. Gireva Îmrahiyê kirin qada siyasetê. Dewletê li vir gelek îmze avêtin bin binpêkirinên mafên mirovan. Dema muwekilê me anîn Tirkiyeyê me li doza wî ya DMME'ê Enqere û Rihayê dinerî. Me di çarçoveya hiqûqa pîşeyî de xwest bi awayekî herî baş muwekilê xwe biparêzin. Li aliyê din tecrîd û îsolasyona herî giran li ser Ocalan hate meşandin. Niha dewleta ku li Îmrahiyê serdest îxdira e. Ger ku ji aliyê me ve her tişt wisa zelal e çima em hatin girtin.
Parêzeran gotin; "Bi gotineke din dewleta ku baweriya xwe ji pêvajoya diyalog û mûzakereyan birîn, ber bi guhertineke nû ve çû. Navê vê rewşa nû polîtîkayên ewlehiyê ye. Vê konseptê gelek hedefên xwe hebûn. Bêgûman hedefa herî sereke mûwekîlê me Ocalane. Di çarçoveya konsepta hatiye diyarkirin de çi hewce bike kirin û dijminê xwe yê herî mezin (Ocalan) dorpêç kirin. Bi vê konsepta nû re hewl dan ku Ocalan bixin bin îzolasyonê û rewşa siyasî ji nû ve dîzayn bikin. Gotinên wekî; "bi berdewamên wan re mûzakere, bila pêşî dev ji çekan berdan, Barzanî, Leyla Zana, dîsa gotinên wekî xweş û geş ên li holê tên gotin armanc dikin ku dîzayna nû bixin meriyetê. Em parêzer jî wekî dîlên siyasî û qurban hatin hilbijartin. Mexdurên siyaseta qirêj ya ji sala 2009'an heta niha tê meşandin em parêzer in. Bi vî awayî peyama ku dan her derî jî teyît kirin."
Parêzeran bal kişand li ser têkiliyên dewlet û wiha axivî: "Dewletê di bin navê KCK'ê de bi girtina parêzerên Ocalan xwest hem parêzerên Ocalan ên heta niha parêzeriya wî kirine, hem parêzerên ji vir û pê de dê Ocalan biparêzin û hem jî hemû parêzerên welatparêz-demokrat ên dozên polîtîk dişopînin bitirsînin. Berovajî îdîayên tên kirin wan tu komîte ava nekirine û wezatera herî baş vê yekê dizane jî wezareta edaletê ye. Heta dozger bixwe ye. Hevaleke me di îfadeya xwe ya dozgeriyê de ji dozgeriyê re got; 'tevî ku hûn dizanin me komîteyeke bi vî rengî neavakiriye jî hûn çima vê pirsê ji me dikin?' bersiva ku dibêjin em jî dizanin lê me got heke cih bigire. Bêgûman tekane mexdûrê van ne em tenê ne. Ji îdîanameyan aşkera dibe ku bi biryareke navendî operasyonên KCK'ê hatiye pêkanîn. Ev yek ji hûrkolana îdîanameyê diyar dibe."
Parêzeran  wiha pê de çûn: "Kîjan welatiyê Kurd peyvek li gorî peymanê bikar anîbe, yan jî nêrînên xwe anîbe ziman ew welatî wekî KCK'î tê qebûlkirin. Di îdîanameya parêzeran de jî heman tişt hene. Li gorî îdîanameyê peymana KCK'ê di 17'ê Gulana 2005'an de hatiye qebûlkriin, lê em parêzer ji sala 1999'an de ango 13 sal in parêzeriya Ocalan dikin. Dibê bê pirsîn. Wê demê hûnê dema di navbera 1999 û 2005'an de me wekî çi bidin pênasîn, hûnê me deynin li kû derê? Peymaneke din ya em dizanin nîne. Lewma hûn ji kû derê binêrin bila binêrin di encama vî karî de lêvbaziya siyasî derdikeve pêşiya me. 

STENBOL