EDENE: Li Edeneyê Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya Edeneyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de komkujiya Helepçe û Roboskî hate şermezarkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Osman Kara komkujî şermear kir û xwest hesap bê pirsîn.
ENQERE: Lijneya Rêveberiya KESK'ê jî bi daxuyaniyek nivîskî komkujiya Helepçe şermezar kir û xwest her kes li hemberî komkujiyê dengê xwe bilind bike û hesap bê pirsîn.
 AMED: Li Amedê jî endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, parlementerê BDP'ê jî di navde bi seda kes li Qada Çiyê kom bûn û bi girseyî Komkujiya Helepçeyê şermezar kir. Welatiyên tev li nimêja înê jî bûn piştgiri dan çalakiyê û komkujî şermezar kirin. 
ÊLIH:Li Êlihê jî bi heman armancê Platforma Demokrasiyê ya Êlihê jî li Kolana Gulîstanê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera BDP'ê yê Êlihê Ayla Akat Ata, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî jî tev li çalakiyê bûn û komkujî şermezar kirin.
RIHA: Rêxistina BDP'ê ya Rihayê jî li kargeriya Karakoyunê kom bûn û bi daxuyaniniyek girseyî komkujiya Helepçe yermear kir. Li navçeya Wêranşxarê ya Rihayê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Bi sedan kesên ku li taxa Kişla kom bûn heta avahiya BDP'ê meş pêk anî. 
Li navçeya Pirsûsê jî bi heman rengi çalakî hate lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya Pirsûsê jî bi girseyi daxuyanî dan û Komkujiya Helepçe şermezar kir.
ŞIRNEX: Li Şirnex û navçeyêni Sîlopî û Hezexê jî komkujiya Helepçeyê hate şermezarkirin. Rêxistina BDP'ê ya Sîlopiyê li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn û daxuyanî dan. Enam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, înîsiyatifa diyikên aştiyê amade bûn û xwest hesap ji kujeran bê pirsîn. 
WAN: Li nıavçeya Ebexê, Qelqelî û Elbakê yên Wanê jî bi girseyi çalakî hate liderxistin. Rêxistina BDP'ê ya Ebexê li ber avahiya xwe daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Girsê di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Slav slav ji Îmraliyê re hezar slav" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Li navçeya Qelqeliyê û Elbakê ya Wanê jî Rêveberiya BDP'ê komkujî şermezar kir û xwest hesap ji wan bê pirsîn.
PANOS:Li navçeya Panosê ya Agiriyê jî nûnerên saziyên sivîl ên çivakî û rêxistina BDP'ê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir. Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz, jî tev li çalakiyê bû.
COLEMÊRG: Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê jî civîna çapemeniyê pêk anî û komkujî şermezar kir. 
ÎZMÎR: Bi minasebeta salvegera 24'emîn salvegera komkujiya Helepçê ji hêla BDP'a Îzmirê ve meşek hat li darxistin. Meşa bi tevlêbûna bi hezarankesî pêk hat
AYDIN: BDP'a Nazillîya Aydinê û xwendevanê Zanîngeha Adnan Menderes şahiyek hevbeş li darxistin û kumkujiya Helepçeyê şermezarkirin.
MÛŞ: Daxuyaniya li avahiya Melazgira Mûşê hat dayîn de rêveberê BDP'ê, endamên şaredariyê û gelek welatî tevlê bûn. 
MÊRDÎN: BDP'a Navçeya Navendî, ji bo balê bikşîne li ser komkujiya Helepçê li ber avahiya navçeyê daxuyanîk da çapemeniyê.  Li navçeya Dêrik û Niseybînê  tevkujî hate şermezar kirin.

 NAVENDA NÛÇYEYAN