Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedana li girtîgehan ji aliyê zêdetirê 400 girtiyan ve hatiye destpêkirin silav kir û bal kişand ku Ocalan ji bo çareseriyê protokol pêşkêş kir, lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bi şer û êrişan bersiv da. Kartal bal kişand ser piştgiriya Ewropa û Amerîkayê ji bo Tirkiyeyê û got; “Amerîka û Ewropa jî ji ber alîkariya didin Tirkiyeyê hevkarên komkujiyên li dijî Kurdan in.”
Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de hatine destpêkirin û got; “Me çawa bi berxwedana rojiya mirinê ya sala 1982’ê xiyanet û faşîzmê têk bir, em ê bi vê berxwedana sala 2012 azadiya rêbertiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi dest bixin.
Kartal destnîşan kir ku Ocalan protokolên çareseriyê radestê rayedarên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk kir û got; “Hikûmeta AKP’ê bi êrişan bersiva hewldanên rêberiya me yên ji bo çareseriyê da.”
Kartal bal kişand ser polîtîkayên Amerîka û Ewropayê yên li hemberî Kurdan û got; “Amerîka û Ewropa ji ber polîtîkayên xwe yên piştevaniya ji bo Tirkiyeyê, hevkariya komkujiyên Kurdan dikin.
Kartal bal kişand ser polîtîkayên şerxwaz ên hikûmeta AKP’ê û got; “Hikûmeta AKP’ê ji bilî berxwendanê tu rêyek li pêşiya Kurdan nehiştiye.”
Kartal bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kir û belavê her derê bû û got; “Me çawa bi berxwedana rojiya mirinê ya sala 1982’ê xiyanet û faşîzmê têk bir, em ê bi vê berxwedana sala 2012 azadiya rêbertiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi dest bixin.”

ANF/BRUKSEL




Ji KNK’ê banga piştgiriyê

Serokê Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê Tahir Kemalîzade greva birçîbûnê ya li girtîgehên Kurdistan, Tirkiye û li Strasbourgê hatine destpêkirin silav û got; “Êdî mij û morana li ser asoyên azadiya Kurd û jiyaneke bi rûmet hatiye rakirin. Pêwiste her Kurd, jin, mêr, ciwan, rewşenbîr, entelektuel, her sazî û rêxistina siyasî, di çarçoveya pêkanîna yekîtiya neteweyî de tevbigere û di vê pêvajoya nazik û dîrokî de berpirsiyarî û binbariya xwe bînin cih.”
Kemalîzade destnîşan kir ku Di dîroka mirovahiyê de, evîndariyek wiha ya aştî û demokrasî, di tevahiya gelên cîhanê de kem e û got; “Bi vê mebestê, em çelakgerên gelê Kurd yên di zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê de, çalekgerên Kurd yên li Strasbourgê û tevahiya destekvanên wan bi dilsozî silav dikin.”
Kemalîzade got; “Gelê Kurd, di çarçoveya sîstema modern de, êdî gihaye qonaxa ku qedera xwe tayin bike, di guhertinên cîhanê û Rojhilata Navîn de cihê xwe yê bi rûmet bigire. Bila gumana kesî nebe ku çalekiya dîrokî ya greva birçîbûna li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropa, qonaxek nû ye û ew ê pengava duyemîn ya Komploya navneteweyî jî têk bibe. Bi vê mebestê em weke KNKe car din grevên birçîbûna çalekgerên Kurd ya dîrokî dı bîn duruşma “Êdî Bes e, An AZADÎI An AZADΔ silav dikin û hêvî dikin ku desthilatdariya AKPe, bi aql-i selim tevbigere û siyasetên xwe yê faşîzan terk bike.”
Kemalîzade got; “Êdî mij û morana li ser asoyên azadiya Kurd û jiyaneke bi rûmet hatiye rakirin. Pêwiste her Kurd, jin, mêr, ciwan, rewşenbîr, entelektuel, her sazî û rêxistina siyasî, di çarçoveya pêkanîna yekîtiya neteweyî de tevbigere û di vê pêvajoya nazik û dîrokî de berpirsiyarî û binbariya xwe bînin cih. Webalê dîrok û hêviyên gel giran in.”