Di civînê de hate destnîşankirin ku pêwîste li hemberî hewldanên xirabkirina aştiya di nava pêkhateyên herêmê de, helwest bê nîşandan û aştiya navxweyî bê parastin. Di civînê de her wiha hate gotin ku divê pêşiya koçberiyê jî bê girtin.

Civîn bi înîsiyatîfa Desteya Aştiya Navxweyî li Dêra Mar Bûlis a li Qamoişlo hate lidarxistin. Di civînê de nûnerên 17 partî, sazî û derdorên olî yên ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Kombûna Niştimanî ya Ereban, Kombûna Xiristyaniyan a Sivîl, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û nûnerên eşîrn ereb û Kurd pêk tên amade bûn.
Di civînê de mijarên aştiya di nava pêkhateyên herêmê de, geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û koçberiya li Rojava Kurdistanê hatin nirxandin.

'Hewldanên têkbirina aştiya navxweyî hene'

Di axaftinên ku di civînê de hatin kirin de, bal hat kişandin ku pêkhateyên herêmê ev bi sedan salan e di nava aştiyê de jiyan dikin, lê hewldanên ku dixwazin vê aştiyê xirab bikin çêdibin, lewre jî divê li dijî vê yekê bê rawestin û kevneşopiya bav û kalan bê parastin.
Li ser koçberiya ku ji herêmê ber bi derve çêdibe jî hate rawestîn û hewldanên ku rê li ber koçberiyê vedikin hatin şermezarkirin. Hemû beşdarên civînê dan zanîn ku pêwîste rê li ber koçberiyê bê girtin û mijarên ku bûne sedema koçberiyê bêne çareserkirin.
Di dawiya civînê de bang li hemû pêkhateyên herêmê hate kirin ku aştiya navxweyî biparêzin û dest ji welatê xwe bernedin. 

QAMIŞLO