Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî sê jinên Kurd, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Aktîvîsta KJA'yê Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endama Koordînasyona KJA'yê Sara Aktaş, komkujiya 9'ê Çileyê ya Parîsê bi bîr xist û wiha axivî: "Piştî 3 salan, dîsa di meha Çileyê de 3 kulîlkên me yên azadiyê hatin qetilkirin. Her 3 hevalên me hemû berdêl dan ber çavan û jiyana xwe bi têkoşînê bihurandin. Ji ber ku ji têkoşîna azadiya jinê bawer dikir û li hemberî dewleta tundiya zilam sekinînin, ew hatin qetilkirin."


'Nikarin hatina biharê asteng bikin'

Aktaş got, ew ê wek KJA'yê şînê girênedin û wiha dewam kir: "Di asta herî bilind de, bi çalakiyên herî radîkal em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em dizanin ku ev êrîş li hemberî xeta me ya îdeolojîk e."

Aktaş, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dikarin sê kulîlkên ji darên wan biqetînin lê nikarin hatina biharê asteng bikin. Nikarin hatina azadiyê asteng bikin."


'Ew bûn hevrêyên Mîrabelan'

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak jî diyar kir ku di êrîşan de bi taybetî jin hedef tên girtin û wiha axivî: "Hûn nikarin bi komkujî û mirinan me bitirsînin. Ew bûn hevrêyên Mîrabelan." Irmak bi gotinên "dem tine ye em şînê girê bidin" bang li hemû jinan kir da ku têkoşîna xwe xurt bikin. 

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî di axaftia xwe de diyar kir ku bi taybetî jinên polîtîk hedef tên girtin û wiha dewam kir: "Em weke jinên şoreşger, wek jinên KJA'yî, em ê vê alê nexînin erdê."

Di daxuyaniyê de herî dawî Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdag jî diyar kir ku têkoşîna her sê jinên şoreşger ji bo jiyanê bi xwe bû û wiha peyivî: "Teqez wê jin bi ser kevin, teqez wê gelên me bi ser kevin." 


 ŞIRNEX




Dîsa di Çile de sê şitlên azadiyê


Di êrîşên çekdarên dewleta Tirk ên qirkirinê yên li Silopiya de şeva 4´ê Çile hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir, endama PM ya DBP'ê Sêvê Demir û endama KJA yê Fatma Uyar li taxa Karşiyaka hatin qetilkirin. Dema ku jinan amadekariyên bîranîna Sakineyan, 3 jinên şoreşger ên jin ên 9´ê Çileyê 2013´an li Parîsê qetilkirê  dikir, li hemû bajaran ji bo 'Sê jinên azad' çalakiyên "Em ê we jibîr nekin" amade dikirin. Niha jî jin dibêjin; "Ger Botan bi ser keve, hemû mirovahî bi ser dikeve" û xurtkirina tekoşîna Pakize ya ku 68 rojan di gireva birçîbûnê de mayî, Sêvê ya 15 sal di girtîgehê de mayî û Fatma ya temenê xwe dayî tekoşîna jinên Kurd jî li soza xwe zêde dikin. 


Bi êşkence înfaz kirin


Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Kamuran Yuksek û Emîne Ayna der barê qetilkirina 3 siyasetvanên jin, Endama PM'ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayîr û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar de, li avahiya Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. 

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek got "Em bi hikumeteke kujer re rû bi rû ne" û der barê qetilkirina 3 siyatmevanên jin ên Kurd jî peyivî agahiyên girîng ên ku destnîşan dikin ku ev jin hatine înfaz kirin, bi raya giştî re parve kir. 

Yuksek da zanîn ku dema endama PM'yê Sêvê Demîr û koma li gel wê xwestine ji Taxa Karşiyakayê derbasî Taxa Yeşiltepeyê bibin, rastî êrîşê hatine û wiha axivî: "Dema derbas dibin ji aliyê leşker û polîsan ve têne gulebarankirin. Ev kom 8 kes in. Ji nav komê hevalekî me yê birîndar saet 19.35'an li hevserokê me yê navçeyê digere û dibêje ew birîndar in. Me jî ev agahî bihîst û em ketin nav hin hewldanan. ..  Ji me re gotin tu sivîl birîndar nebûye. Vê rewşê bi saetan dewam kir. Saet derdora 01.00'ê ambulansa şaredariyê diçe û cenazên 3 hevalên me yên jin digire. Di nav vê demê de we çi kir?"


'Waliyê Şirnexê hevalên me yên birîndar qetil kirin'

Yuksek da zanîn ku raporên otopsiyê yên her 3 jinên siyasetmedar di destên wan de ne û wiha dewam kir: "Ev hevalên me di wê rewşê de ne ku rûyê wan nayê nasîn, teşxîsa wan nayê kirin. We çi kir? Nexwe dema we xwe gihand van kesan birîndar bûn û we bi îşkenceyê ew qetil kirin. Waliyê Şirnexê hevalên me yên birîndar qetil kiriye. Rastî ev e."


Li dijî faşîzmê banga bereya demokrasiyê

Yuksek, di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan banga berxwedanê li gelê Kurd kir: "Ez bang li her bajar, navçe, gund û bajarokan dikim ku nerazîbûnê nîşan bidin. Êdî dem e ku bi berxwedaneke bêdem û giştî ev were rawestandin. Ez bang li hemû saziyên demokrat dikim ku li hemberî hikumeta faşîst eniya demokrasiyê ava bikin." 


 AMED




Ji bo 3 şitlan li seranserê Kurdistanê çalakî 


Qetilkirina 3 jinên siyasetmevan li gelek bajarên Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. 

Li Wanê ji bo Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir, bi pêşengiya KJA, DBP û HDP'ê li ber Parka Feqiyê Teyran çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir û pankarta bi nivîsa "Wê hesab ji kujeran bê pirsîn" hatin hilgirtin. Girseyê dest bi meşê kir rastî êrîşa çekdarên dewleta Tirk hat. Li ser vê yekê girseyê rêya Cûmhûriyetê li çûn û hatinê girt û çalakiya rûniştinê lidar xistin. 

Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer di çalakiyê de axivî û got, ev demek e li Kurdistanê bi destê hikûmeta AKP’ê şerekî qirêj tê meşandin. Hezer wiha pê de çû: " Pêkanîna qetlîama Silopiyayê çend roj beriya salvegera komkujiya Parîsê, nîşan dide ku bi van êrîşan têkoşîna azadiya jinê ya Kurd hedef tê girtin. Daxwaza xwerêveberiya gelê Kurd jî rewa ye. Heya ku em hebin, wê têkoşîna me bidome. Berxwedan jiyan e."


'Em ê azadiyê bi dest bixin'

Li Dêrsimê, bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê kom bûn û qetilkirina sê jinên siyasetmedar ên li Silopiyayê, şermezar kirin.

Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn li vê derê axivî û got, "Li Silopiyayê sê hevalên me yên jin qetil kirin. Û em dibêjin; hînê gotinên me hene ku em ê bilêv bikin, hînê hêza me heye ku em ê li ber xwe bidin û azadiya me heye ku em ê bi dest bixin."  


 WAN/DERSIM