Welatî li navçeya Şirnexê Cizîrê, piştî ku cara duyem derketina kolanan hat qexekirin, ji bo pêşiyê li komkujiyên nû bigirin kolanên xwe terk nekirin. Piştî ku qedexe vê sibê rabû Cizîriyan dest bi jiyana xwe ya rojane kir. Ji bo welatiyên hatine qetilkirin konên sersaxiyê hatine vedan.

Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku sedema polîtîkaya şer ew e ku gel bidin koçberkirin û dan zanîn ku ji salên 1990'î ve ev polîtîka li ser herêmê tê kirin û ew êdî bi vê rastiyê dizanin. Welatiyan got, her çiqas bijîşk, mamoste û memûr ji bajêr hatibin dûrxistin û dest bi hîleyên nû kiribin jî ew ê jiyana xwe bidomînin û wiha dewam kirin: "Hesabê kesên ku van kiryaran dikin wê rojekê were pirsîn û ew kes wê werin dadgehkirin. Erka vî gelî ew e hinekî din sebir bike. Salê 90'î gelek mirovan koç kir û çibû? Çi bi destê dewletê ket?"


'Em hînî xizaniyê bûne Tirkiyê ji vê re amede ye?'

Semîha Culum li Taxa Cûdî, got: "Xwedê belaya xwe bide wan, ma fêm nakin ku li vir welatiyên sivîl dijîn. Ji me re dibêjin hûn Ermenî û Êzîdî ne, ma qey Ermenî û Êzîdî mirinê heq dikin? Em ji van kiryaran aciz bûne êdî, bi dorpêçkirina navçeyê ziyan dighêje wan jî, riya bajarê Cizîrê ji bo bazirganiya girîng tê bikaranîn, bi vê yekê dewlet ziyanê dide aboriya xwe jî. Divê Tirk jî destûrê nedin hikûmeta AKP'ê ku ji bo kursiya xwe gel ber bi xizaniyê ve bibe. Em hînê xizaniyê bûne, gelo Tirkiyê ji vê re amede ye?"


'Jiyana bi rûmet hêjatir e ji jiyana bê rûmet'

Semîha zehmetiyên welatiyên ku salên 1990'î hatine koçberkirin bi bîr xistin û wiha peyivî: "Em ê ti caran dev ji axa xwe bernedin. Li şûna ku 10 salan jiyaneke bê rûmet bijîm bila salek jiyaneke bi rûmet be. Berî vê jî me bi dehan cenaze spartin axê, dewletê ders ji vê yekê ne girt qey?"


'Li dijî koçberiyê li ber xwe bidin'

Fatma Baglam ji bo xemsariya dewletî jî got, li ber serê wî zarok tên qetilkirin bê deng dimîne û wiha peyivî: "Em li vir rastî dirûtiyê tên. Em rastî nijadperestiyê tên ku bi mirina zarokan kêfxweş dibe. … Kesên bi rûmet wê dev ji axa xwe bernedin û li ber xwe bidin. Ez tevahiya gelê Cizîrê vedixwînim têkoşîna li dijî koçberiyê." 


 DÎHA/CIZÎRÊ