Demîrtaş bilêv kir ku divê xebatên wan ên li Wanê tu caran wekî xebatekî siyasî neyê dîtin û wan alîkariya mirovî û sekneke wijdanî derxistine pêş. Demîrtaş nêzîkatiya AKP'ê ya erdhejê rexne kir û got ku AKP xwest li erdheja Wanê ranta siyasî bi dest bixe. Demîrtaş anî ziman ku AKP'ê mexdûrên erdhejê yên ku dengên xwe nedane AKP'ê ceza kiriye û li hin deveran alîkariyên dewletê û yên sivîl xwestiye ranta siyasî bi dest bixe. Demîrtaş got ku beriya erdheja duyemîn li gel hemû hişyariyan tedbîr nehatiye girtin û ji ber vê yekê evqas êş hatine jiyîn.
Demîrtaş rojnamegerên bi navên Cem Emîr û Sebahattîn Yilmaz ên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan jî bi bîr anî û ji bo malbat û kedkarên çapameniyê sersaxî xwest. Demîrtaş destnîşan kir ku li Wanê xebat kêm bûn û xebatkarên çapemeniyê ev kêmasî hemû nivîsandin lê ev rastî ji aliyê gerînendeyê giştî yên weşanan ve nahetan weşandin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku AKP tengav nebe, xwestin Wanê wekî gul û gulistan nîşan bidin. Ez bang li wan gerînendeyê giştî yên weşanan dikim, peywira we pak nîşandana AKP'ê nîn e. Kêmasî, şaşitî li kû ye divê hûn vê nîşanî raya giştî bidin. Heke kêmasiyên me hebin an jî ya hikûmeta navendî hebe divê hûn vê nîşan bidin. We ser wan nixumand û ji bo ku BDP'ê li ekranan nîşan nedin, rastî ji gel veşart û bibînin hûn bûn sedema çi. Qasî hikûmeta AKP'ê patronên çapameniyê yên alîgirê AKP'ê ye jî vê berpirsyar e. Hemû şirîkên qatlîamê ne. Em dixwazin hemû bi wijdan bin."
Demîrtaş got ku pêwîstiya gelê Wanê bi 5-6 wezîran nîn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwîstiya wan bi avahî û alîkariyê heye. Pêwîstiya wan bi dîtina Serokwezîr nîne, ew ne hesretê rûye Serokwezîr in. Pêwîstiya gelê Wanê bi serokwezîrê ku dibêje biçin zivistanê li vir bimînin nîn e. Ma bêcidiyetiyeke wisa, bêrêziyeke wisa dibe? Wan bû bajarake xeyalet, mirovan koç kirin, heta mirov nikare bibêje koçberî, hatin sirgunkirin. Mecbûr man koçber bûn. Niha ew bi xwe li şûna ku çareseriyê biafirîne dibêje biçin di bin befê de van zor û zehmetiyan bikêşin. Dema ku tu dikevî îhaleya tankê û bi milyon dolaran didî Israîlê, qet got ez ê vê zivistanê vî pereyî nedim. Dema ku hûn F-16, bombeyan dikirin û amûrên leşkerî dikirin ma qet dibêjin em vê zivistanê van tant û topan nekirin? Di butçeyê de pereyê herî zêde ji bo leşkeriyê veqetand, wê demê qet destên te lerizîn? Ji bo welatiyan çima konteynirekî pir dibînî? Gotina zivistanê derbas bikin, Wan ji bîr kirin e."
Ji bo alîkariyê bangawazî
Demîrtaş bang li komeleyên alîkariyê kir û wiha axivî: "Divê alîkariyên sivil berdewam bikin. Heke ev alîkarî nebana, dê rewşa gelê WAnê girantir ba. Banga min ji bo komeleyên alîkariyê ev e. Di serî de jî ji bo yên Amedê heye. Qet nebe ji bo zivistanê derbas bikin gelek mal û avahiyên vala hene bi vî rengî dikarin alîkariya kirê bê kirin. Em ê jî piştgiriyê bidin kampanyayeke wisa."
Demîrtaş li hemberî êrîşa li dijî mexdûrên erdhejê jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Gelê Wanê Wezîr û Walî şermezar dikin. Malên wan hilweşiyane, cenazeyên xwe jî bê şîn definkirine. Gel bi du gotinan şermezar dike lê wezîr tehamulî vê yekê nake û wan didin ber copan. Bombeyên gazê davêjin enqazê. Navê vê faşîzm e. Waliyê ku faşîzmê ji bo gelê Wanê rewa dibîne li wir naxwaze. Divê her kes hedê xwe bizanibe. Em ê wekî gel birînên xwe bipêçin. Kesek tiştekî ji hikûmetê hêvî nake. Bila astengî nekin, gaz neavêjin, cop bikarneynin bes e. Bila neçin Wanê jî."
'Dê wekî PKK'î bên definkirin'
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, di civînê de bertek nîşanî mudaxaleya polîsan a li dijî girseya beşdarî merasima cenazesyên endamên HPG'ê bûbûn û operasyonên KCK'ê da. Demîrtaş, bal kişand ser operasyonên leşkerî û kuştina endamên HPG'ê û wiha got: "Wekî erdheja Wanê li vir jî ji bo civaka Tirkiyeyê vê rastiya lêxwedîderketina cenazeyan nebîne hûn rastiyê bincil dikin. Çawa we rastiya Wanê ji gelê Tirkiyeyê veşart, hûn dixwazin vê rastiyê jî ji gelê Tirkiyeyê veşêrin. Hûn vê rastiya li ser erdnîgariya kurdan pêk tê vedişêrin. Bi salan in ev rastî ji gelê Tirkiyeyê tê veşartin. Di van pevçûn û operasyonan de kurd di çi dijîn, çi êşê dikişînin, çi zor û zahmetiyê dibînin? bi salan in ji gel tê veşartin. Di van cenazeyan de merasim tê lidarxistin û gel li cenazeyên xwe xwedi derdikevin. Gel êş û jana hev parve dike û hev hembêz dike." Demîrtaş, bang li hikûmetê û Serokwezîr Erdogan jî kir û wiha berdewam kir: "Lê hûn naxwazin gel li cenazeyên xwe jî xwedî derkevin. Hûn naxwazin gel hev hembêz bike û êşên we parve bike. Ma gelê dema gel cenazeyê xwe defin bike dê ji we destûrê bixwaze û pirsa 'Em çawa defin bikin? bipirse. Ango bila di merasima cenaze de alên AKP'ê rakin. Hûn ji vê dîmenê aciz dibin ne wisa? We got PKK'î ye û we kuşt. Dema ku hatin definkirin jî dê wêkî PKK'î bên definkirin. Hûn ne li bende ne ku wekî AKP'î bê definkirin bawerim?" Ev pêkanîn ne di hiqûqa ewropayê de û ne jî di tu olên cîhanê de heye.“
'Hûn fermanê didin kê?'
Demirtaş bertek nîşanî helwesta Erdogan a "Dê operasyonên KCK'ê bidomin" jî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hûn çawa fermana operasyonên siyasî didin? Hûn dibêjin dê operasyona KCK'ê bidome. Hûn bi vê yekê fermanê didin kê. Her ku hevalekî me tê girtin hûn hildiweşin. Em dê li hemberî zulimê têbikoşin û em serî natewînin. Ew profesorên we yên lêkolîna stratejik dikin têkoşîna bi rûmet fam nakin. Di dersên perwerdehiyê yên CIA'ê de ev derbas nabe. Di pirtûkên an de têkoşîna bi rûmet derbas nabe. Dê vê yekê ji me fêr bibin."
DÎHA/AMED
Kampanyaya 'ez jî heman sûcî dikim'
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), ji ber girtinên di bin navê operasyonên "KCK'ê" de didomin dest bi kampanyaya "Ez xwe îxbar dikim. Ez jî heman sûcî dikim" dike. Îxbara yekemîn dê Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bike. BDP'ê dest bi kampanyaya endamtiyê ya ku hedefa wî mîlyonek endam e, her wiha BDP dixwaze Akademiyên Siyasetê jî aktîftir bike.
BDP, li dijî operasyonên di bin navê "KCK" yên rêveberiyên partiyê, endam, şaredarên partiyê û akademîsyên hatin girtin û hedef girtina Akademiyên Siyasetê ket nav tevgerê. BDP'ê bi navên kampanya endamkirinê û "Ez xwe îxbar dikim" du kampanya da dest pê kirin û ji bo Akademiyên Siyasetê jî bêhtir aktîtir bike xebat da destpêkirin. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi têkîldarî salnameya çalakiyê ya ku civîna Lijneya Rêvebertiya Navendî (MYK) wek peşniyar hatibû rojevê û civînên li Amedê dê pêk bên yên serokên rêxistina BDP'ê yên bajar, civîna şaredariyan û civîna Meclîsa BDP'ê biryar bê girtin di civîna Meclîsa Partiyê de agahî da.
Dê îxbara yekemîn hevserokên BDP'ê bikin
Demîrtaş, civîna Meclîsa Partiyê ya ku li Sumerparka Amedê dest pê kir de axivî û diyar kir ku armanca wan ew ê ku di çarçoveya kampanyaya endamkirina a bi navê "Ez li vir im" dê di rojên pêş de dest pê bike û armanc mîlyonek endam e. Demîrtaş, destnîşan kir ku li dijî operasyonên siyasî jî daxwaznameyên bi navê "Ez xwe îxbar dikim. Ez jî vî sûcî dikim" bi komî bidin dozgeran û got di serî dê ew wek hevserokan daxwaznameyan bidin.
Ji Serokwezîr re dawet
Demîrtaş, anî ziman ku ew ê perwerdehiyên Akademiyên Siyasetê yên BDP'ê de xurt bikin, hemû kesên bixwazin perwerdahî bigirin û bidin dikarin bên akademiyên BDP'ê. Demîrtaş,da zanîn ku ger çapamenî bixwaze dikarin perwerdahiyên akademiyan bi zindî biweşînin. Demîrtaş, Serokwezîr Erdogan û musteşarê MÎT'ê dawet kir û wiha axivî: "Bila bên ew jî fayda jê bigirin. Ew dikarin di van akademiyan de pirsgirêkên Tirkiye çi nê dê çawa bên çareserkirin hîn bibin."
Demîrtaş, da zanîn ku ewê di 19 mijdarê li Amedê, di 20 mijdarê li Stenbolê mitîngên bi navê "Dest nedin îradeya min" li dar bixin.
Civîna ku ji çapameniyê girtî didome dê saetên şevê de dawî bibe. Dîroka kampanyayan jî civîna MYK'a ya ku piştî civîna Meclîsa Partiyê bê lidarxistin de bê diyarkirin.