Ji fermandarên HPG'ê Serkeft Çalak got, ew ê Şengala piştî berxwedana 11 mehan rizgar kirî, heta dawiyê li dijî dagirkeran biparêzin. 

Di ser rizgarkirina navenda bajarê Şengalê re du sal derbas bûn. Ji wê rojê ve civaka Êzidî xwe diparêze û ji bo statuya xwe gelekî hewl dide.

Ji fermandarên HPG'ê Serkeft Çalak, berxwedana mezin a 11 mehan û 2. salvegera rizgarkirina navenda Şengalê nirxand. Serkeft Çalak anî ziman ku bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew di 8'ê Tebaxa 2014'an de hatine Şengalê û diyar kir ku piştî YPG'ê korîdor li aliyê Dîgurê vekir, hêzên HPG'ê li çiyê bi cih bûn û bi vî rengî hewl dan gelê mayî rizgar bikin.


Me dest ji ti cihî berneda

Çalak di dewama axaftina xwe de got, "Gelek trajediyan rû da. Gelek mirov ji tîhna û birçîna mirin. Me 11 mehan li navenda bajarê Şengalê li dijî DAIŞ'ê her roj şer kir. Şerekî gelekî giran bû. Çeperên me gelekî nêzî hev bûn. Kolan bi kolan me li hemberî hev şer dikir. Hêzên PDK'ê bi ti awayî nedihatin alîkariyê. 11 mehan li taxan şerekî dijwar qewimî. Berdêlên gelekî giran hatin dayin. Berxwedaneke mezin derkete holê. Di nava her şert û mercî de diviyabû ev berxwedan bi ser keta. Me dest ji ti cihê bi dest xistî, berneda. Piştî şerê 11 mehan ê li taxan, li navenda bajêr tenê pêngavek mabû. Pêşmergeyên hatin navenda bajêr, dixwestin welê nîşan bidin mîna ku wan Şengal rizgar kiriye. Ne ji me bûya, Pêşmerge bi ti awayî nikarîbû biketina nava Şengalê. Bi taybetî hêzên PDK'ê hewl didan nîşan bidin ku wan Şengal rizgar kiriye. Di dema rizgarkirina navenda Şengalê de hêzên HPG'ê li refên pêş bûn. Lê belê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de îdîa dikir ku li Şengalê tenê PDK heye. Halbûkî rastî berevajî vê yekê bû. Niha jî dixwazin heman propagandayê bikin."


'Li dijî dagirkeran hişyar bin'

Çalak diyar kir ku piştî pêşmergeyan xwe ji Şengalê vekişand, hêzên Heşdî Şabî ketin herêmê û bi bîr xist ku hêzên Heşdî Şabî hêzeke di kontrola Îranê de ye. Çalak got, "Dixwazin li vê derê nakokiyan zêdetir bikin. Armanca wan rizgarkirina vê derê nîne, armanca wan dagirkirin e. Ya ku li Kerkûkê hate kirin li pêş çavan e. Dixwazin li vê derê jî heman tiştî bikin. Divê gelê me vê lîstikê bibîne û li hemberî vê hêzê hişyar be. Heşdî Şabî piştî ku serdest bû wê berê xwe bide civaka Êzîdî. Ti armanceke wan a ji bo rizgarkirina civaka me ya Êzîdî nîne."


NAVENDA NÛÇEYAN