Li aliyê din hikûmet û dewlet li herêmê qereqolên nû ava dike û pergala cerdevaniyê pêş dixe. Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî helwesta hikûmetê û dewletê da û diyar kirin ku di vê pêvajoya ku KCK'ê agirbest îlan kiriye û HPG'ê amadakeriyên vekişandina dervê sînor dikin de li zindanan zextên li ser girtiyan zêde dibin û li herêmê amadekariyên operasyonên nû tên avakirin. Dayikan, anîn ziman ku ew ji hewldanên hikûmeta AKP'ê yên aştiyê bawer nakin û ji bo ku bawer bikin divê berî her tiştî gavên şênber û samîmî bên avêtin.

Aktîvîsta Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Emine Balur, anî ziman ku heta niha hikûmeta AKP'ê gotinên xwe yên aştî û çareseriyêk neanîne û wiha got: "Em bi rêbrê xwe gelê xwe û gerillayên xwe bawer dikin. Em qet ji AKP'ê bawer nakin. Ji ber ku heta niha tu gotinên ji bo çareseriyê pêk neaniye. Kesên ku ji AKP'ê bawer dikin ji wan jî bawer nakim. Ji ber vê yekê em dixwazin gelê me bi hevre rast e. Ger ku gelê me bi hevre rast tev bigere dê her tişt rast pêş bikeve. Ez ji Rêberê xwe û gerîlla re silav ên xwe dişînim. Dayika Aştiyê Leman Dikmen jî bal kişand ser geşedanên li zanîngehan û fikarên xwe anîn ziman. Dikmen, ani ziman ku geşedanên li Zanîngehan pêş dikevin pir talûke ye û wiha got: "Divê gelê me pir hişyar tev bigere û neyê lîstikan.

Daxwaza zimanê aştiyê

Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Hazal Çîftçî, jî anî ziman ku li aliyekê êrîşên li dijî Kurdan zêde dibe, li aliyê din niqaşên çareseriyê berdewam dikin û wiha got: "Li aliyekî zextên li ser girtiyan û girtîgehan zêde dibin. Pergala cerdevaniye tê pêşxistin û qereqolên nû tên avakirin, li aliyê din niqaşên çareseriyê dikin. Ev nakokî bi hevre nameşe. Divê serokwezîr Erdogan rast tev bigere. Li gorî zimanê pêvajoyê gavên şênber û çareseriyê navêje. Êriş zêde dibin. Tu nîşanên çareseriyê tune. Tenê Rêberê me zimanê aştiyê bikar tîne. Agirbest îlan kir dixwaze hêza PKK'ê vekişe dervê sînor. Divê hemû gelê Kurd li pişt Rêberê xwe be û wî tenê nehêle. Heta niha Erdogan çareseriya pirsgirêka Kurd nexistiye devê xwe. Heta niha negotiye em bi Kurdan re hev tên. Hêj li şûna "Pirsgirêka Kurd" dibêje "Pirsgirêka terorê" Ger ku aştiyê dixwaze ev çi ziman e? Pêşxistina cerdevanî û qereqolan tê çi wateyê. Li zanînehan êrîşên ku bi piştgiriya polisan li hemberî xwendekaran pêk tê tê çi wateyê? Ev kîne, kî li pişt wan e? Çeteyên ku bi pereyan dikevin zanîngehê bi destê dewletê aloziyan derdixin. Hîzbullah jî bi destê dewletê pêş ket. Ger ku Erdogan dixwaze serê xwe bilind bike wê demê bila aştiyê bixwaze û rast tev bigere. bila ji 7 salî heta 70 salî her kes aştiyê bixwaze û li pişt Rêberê xwe raweste.
Çîftî xwest êdî bira bira nekujin û her kes hev hembêz bikin û ji bo aştiyê têbikoşin. 

DÎHA/EDENE