Di encama pevçûn û xwepêşandanên ku 11 meh in li Sûriyeyê berdewam dikin de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Li aliyekê rejîm ber bi demokrasiyê ve tu pêngavekê navêje, li aliyê din jî êrişên çekdarên muxalîf zêde dibin. Ev yek jî welêt ber bi şereke navxweyî ve dibe. Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muhemed van bûyeran û bi taybet jî pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û konferansa Kurdan a li Hewlêrê pêk hat nirxand.
Serokê PYD’ê Salih Muhemed ji rojnamya Yenî Ozgur Polîtîkayê re aixivî û rewşa dawîn a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxand. Salih b al kişand ku pevçûnên li Sûriyeyê berdewam dikin û Komkara Ereban jî xebatên çavdêrên xwe yên li Sûriyeyê rawestand.

'Mijar hewaleyî Konseya Ewlekariyê kirine' 

Muhemed got; “Rêveberiya Şamê êdî hewaleyê Konseya Ewrlekarî ya ya NY’yê hate kirin. Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê daxwaza destwerdan derve dikir. Lê destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê li rastî astengiya Rûsya û Çînê hatiye. Lê em bi temamî li dijî destwerdana ji derve ne.”
Muhemed diyar kir ku ew ji ber rewşa jeopolîtîk a Sûriyeyê ne li benda mudaxeleya hêzên derve ne û destnîşan kir ku hevsengiyên li herêmê, heta niha muxadeleya hêzên derve asteng dike. Muhemed bal kişand ku pevçûnên Şuî û Suniyan heye û got; “Li aliyekê Hizbullah heye. Sûriye ji bo Îranê pir girîng e. Pêşketinên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê jî girîng in.”

'Em li dij mudaxeleya derve ne'
Serokê PYD’ê bal kişand ser amadekariyên Kurdan ên li Sûriyeyê jî û got; “Li gel destpêkirina bûyerên li Sûriyeyê Kurdan biryar dan ku bi hev re tevbigerin. Li gorî her rewşekê planên me hene. Em Kurd demokratîkbûna Sûriyeyê dixwazin. Li hemberî mudaxeleya hêzên derve ne. Ger rejîmeke demokratîk were sazkirin, dê pirsgirêkê jî çareser bibe. Niha jî piraniya Kurdan Xweseriya Demokratîk qebûl dikin.”

'Mudaxele feydê nade Kurdan'

Muhemed bal kişand ku Kurdan ne tenê di van 11 mehên dawiyê de bi rêxistin kirine, berê jî rêxistinên wana hebûn û got; “Mudaxeleyek derve tu feydeyekê nade Kurdan.Em weke PYD em ê li dijî muxadaxeleyên hêzên derve bi rêbazên demokratîk li ber xwe bidin. Bila kesek vê yekê weke hevkariya me ya li gel rejîmê tê negihe. Ji ber ku mudaxele dê bibe sedema parçebûna Sûriyeyê û şerê navxweyî dê biqewime. Ger mudaxele pêk were, dê bi destê NATO’yê pêk bê û dê pêşengiya vê yekê jî bidin Tirkiyeyê. Jixwe AKP û Birayên Misilman ji bo nedayîna mafên Kurdan li hev nekirine. Hikûmeta AKP’ê bi vê armancê piştgirî daye Konseya Neteteweyî. Ji ber wê jî me bi hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê re li hev kiriye ku dê pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser bibe.”

'Em ji bo konferansa Hewlêrê ne hatin vexwandin'
Muhemed der barê Konferansa Kurdan a di meha çile de li Hewlêrê pêk hat de jî diyar kir ku ji ber ku ew weke rêxistin nehatin vexwendin, ji ber wê jî beşdar nebûn. Rêberê PYD’ê destnîşan kir ku berê 11 partiyên Kurdan biryar dabûn ku bi hev re tevbigerin û dê konferansek bihata lidarxistin. Muhemed wiha berdewam kir; “Dê nunerên gel beşdarî vê konferansê bibûna. Me xwest ku bila kesên beşdarî vê konferansê bibin ji aliyê gel ve bêne diyarkirin. Me diyar kir ku divê ligel nunerên partiyên siyasî, rewşembîr û kesayetên serbixwe jî beşdarî konferansê bibin. Lê divê evana ji aliyê gel ve bihata hilbijartin. Ji ber wê jî dê Konseyeke Neteweyî bihata avakirin. Lê kesên ku wê konferansê li dar xistin, ji vê yekê reviyan. Lê çend partî hatin û hin rewşembîran pêşniyar kirin. Di encama konferansê de ne Konseya Neteweyî Konseya Partiyan hate sazkirin. Kesên ku beşdarî vê konseyê bûne ji aliyê gel ve nehatine hilbijartin. Me vê yekê qebûl nekir.”
Muhemed destnîşan kir ku ew weke rêxisitn bo konferansa li Hewlêrê nehatine vexwendin û diyar kir ku lê me dizanî ku dê konferanseke wiha bê lidarxstin û dê kî beşdar bibin. Muhemed got; “Lê ji nunerên me re gotibûn ku hûn dikarin weke mêvan beşdar bibin. Lê weke PYD em nehatin vexwendin û me di komîteya amadekar de cih negirt. Em jî neçûn.”

'Dixwazin Kurdan bikişînin aliyê xwe'
Muhemed destnîşan kir ku dibe ev kêmasî ji Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê be û der barê dîplomasiya zêde ya beriya konferansa li Hewlêrê de jî agahî da û got; “Kesên ku li Hewlêrê konferans li dar xistin, dixwazin Kurdên li Sûriyeyê bikişînin ser xeta xwe. Lê em di wê baweriyê de dê ev konferans bandorê li Kurdên Sûriyeyê neke. Em ê di polîtîkaya xwe ya heta îro de berdewam bikin. Lê hinek alî ji vê yekê ne rehet in. Dixwazin bi vê Konferansê Kurdan bikişînin nava Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê. Lê em vê yekê bi aşkereyî nabêjin. Nabêjin ‘Li ser xeta AKP-Birayên Misilman bin’, lê dibêjin di parlela wana de bimeşin. Jixwe polîtîkaya Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê û bi taybet Birayên Misilman a li hemberî Kurdanji aliyê herkesê ve baş tê zanîn.”

DENÎZ BAŞPENÎR/FRANKFURT