'Dagirkerî dê bisernekeve'

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û Selma Irmak, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertugrul Kurkçu, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li Amedê civiyan û derbarê terora dewletê ya li Kurdistanê û berxwedana rêveberiya xweser daxuyaniyeke hevpar dan. 

Di civîna li avahiya KCD'ê de, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak got, terora dewletê li Kurdistanê di asta dagirkeriyê de ye û wiha axivî: "Em êdî nikarin bibêjin pevçûn an jî şer. Em encax ji vê rewşê re dikarin bibêjin dagirkirin." Irmak ji bo zilma dewleta Tirk jî got, "Dagirkerî tu carî bi ser neket, dê bi ser nekeve."


Yuksek: Mijar, pirsgirêka Kurd e

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî got, mesele ne pirsgirêka xendek û bendan e, mesela pirsgirêka Kurd e û wiha dewam kir: "Gel li pişt wan bendan çi dibêje. Divê dewlet guh bide wan. … Hûn nikarin di vî şerî de bi ser kevin. Ji ber ku hûn neheq in. Hunê têk biçin, bi ser nekevin. Bi hefteyan qedexeya derketina kolanê îlan dikin, hûn dibêjin 'me xilas kir', 'me tune kir' lê ev gel serî li ber we natewîne. Em ê jî serî netewînin."


Kurkçu: Behsa biratiyê nekin

Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu jî, bang li Rojavayê Tirkiyê kir da ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bikeve nav tevgerê. Kurkçu got, divê gelên Tirkiyê piştgiriya çareseriyê bikin û wiha axivî: "Ez bang li Îzmîrê dikim. Beriya niha gotin 'Kurd birayên me ne.' Niha birayên we yên Kurd di zorê de ne, hikûmet artêş şandiye ser wan. Yan bi destê birayên xwe bigirin, yan jî careke din behsa biratiyê nekin." 


Hûn reben in

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî îşaret bi newêrekiya li hemberê dinyayê ya serokkomar û serokwezîrê Tirk kir û got, "Ev Serokkomar û Serokwezîr dema dor tê Kurdan, dema dor tê Cizîrê, hingî xwe weke şêran dibînin? Li hemberî çend PKK'yiyan hûn bi 2 general û 10 hezar leşkeran li Cizîrê operasyona leşkerî dikin û bi vî rengî jî radibin xwe û karê xwe mîna qehremaniyê nîşan didin. Bi vê hêzê meşandina operasyonê, bombekirina bajaran, êrîşa li dijê gel nîşan didin ka hûn çiqasî reben in." 

Demîrtaş axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Em ê careke din destûrê nedin ku zilm bê dubarekirin. ... Şukir yên ku li dijî tankan li ber xwe didin hene. Bi deh hezaran leşkeran dişînin, ango li wir xendek tineye, gel heye. Li her derê gel li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Wisa gotinên mezin nekin. Hûn di rewşekê de ne ku mirov ji xwe şerm bike."

Demirtaş got, ew ê ji bo çareseriya pirsgirêkê li rêyên siyasetê bigerin û li ser zirtên AKP´ê jî got, "Darbeya AKP'ê li xendekê qelibû û ji hev de ket. Em mafdar in û em ê bi ser kevin. Faşîzm bi ricayê nayê paşvexistin. Bi berxwedanê mirov dikare pê gavê paşve bide avêtin." Li ser mafdariya gelê Kurd Demirtaş got, dewlet û wezîfedarên wê qanûnan binpê dike û weha peyivî: "Ciwan xendekan dikolin. Riyekî din nîşan bidin bila bikin.

Her kes tişta dikare bike, dike. Eger hûn nikarin tiştekî bikin dua bikin. Bi gotina em li cem berxwedêran in, bikevin dîrokê." 


 AMED