"Armanca tevlîbûna me ya fuara pirtûkan, em bi civakê re pirtûkên xwe parve bikin. Di navbera paşeroj û peşêroj de pira dîrokê ava bikin. Ji ber ku civakên paşeroja xwe nizanibin nikarin peşêrojek rast ava bikin. Armanca Aramê di navbera paşeroj û peşêroj de pirayekê ava bike."
Teymur, bilêvkir ku Aram bi Kurdî û Tirkî pirtûkan çap dike û wiha berdewam kir: "Di pirûtkên me de duzimanî heye. Em pirtûkên bi zimanê Kurdî û Tirkî di weşenin. Em du ziman tînin cem hev. Bi vê riyê armanca me ewe ku em xwe bigehinî civaka Kurd û Tirk." Teymur, da zanîn ku ji xeynî van jî ew pirtûkên zimanê Îngîlîz û Îspanî yên wergerî di weşînin. Teymur, destnîşan kir ku herî zedê pirtûkên Kurdî yên bi navê Benav, Çiroken Azad, pirtûka Musa Anter ya Birina Reş ji aliyê xwendevanan tên ecibandin û wiha berdewam kir: "Xwendevan eleqeyek mezin nîşanî zimanê Kurdî didin. Em di çapkirina pirtûkên xwe de, dengeya Kurdî û Tirkî li ber çavan digirin. Ji bo vê jî em astengiya pirtûka bigihînî girseya nakşînin. Ji ber ku ziman hebûna gelana." Teymur, daxuyand ku dozên KCK'ê de derket holê ku hêjî zimanê Kurdî qedexeyê û wiha axivî: "Em jî rasta pirsgirkên qedexeya ziman tên. Di nav ve hefteyê de der heqê 7 pirtûkên me de 7 lepirsînên cuda hat vekirin. Ev lepirsîn bi hincetên 'Hûn çima tîpên W, X bikar tînin?' hatin vekirin. " Teymur, destnîşankir ku digel hemû êrîşan armanca wan ewê ku ziman biparêzin û hilbigrin peşêrojê û got ew tu car ji ve tavîz nadin.

Teymur, perspektîfa Weşanên Aramê wiha anî ziman: ""Wateya peyva Aram ronahiye, xweşî ye. Divê em bifikirin Aram çi ronahî dike. Zindanên Amedê ronî dike, bi pênûsa Apê Musa dîrokê ronî dike. Dîroka nayê naskirin ronî dike. Em qasidê dîroka nayê naskirin in. Ronînikirin û vegotina dîroka rast peyvira me ye."

DÎHA/EDENE