'Binçavkirin û girtin me natirsin e'
Olçen, da zanîn ku çawa çapemeniya azad di salên 1990'an de ji windakirin û kuştinan netirsiya îro jî teqez ji binçavkirin û girtinan natirse û dê her tim di riya heqîqetê de bimeşe û wiha axivî: "Ne dûr e hêj duh na pêr derket holê ku hevalê me Nazim Babaoglu ji aliyê endamên JÎTEM'a ku di esasê xwe de hêza dewleta kûr e hatiye qetilkirin. 19 sal di ser bêserûşûnkirina Nazim re derbasbû lê pênûsa Nazim li erdê nema. Îro jî em dîsa wekî xebatkarên çapemeniya azad li hemberî hemû zext û pêkutiyan, li hemberî binçavkirin û girtinan bi çeka xwe ya herî xurt bi rêxistinbûna xwe û bi baweriya ku dê rastî di tarîtiyê de nemînin li cem gel dozdarê desthilatdariyan, dozdarê zaliman, dozdarê derewan in. Belê kesên ku di salên 1990'î de bi windakirin û bi qetilkirinan xwestin ku dengê çapemeniya azad qut bikin da ku bi hêsanî bikaribin împaratoriya xwe ya tirsê li ser civakê ava bikin îro roj bi roj bi têkoşîna gel û bi têkoşîna çapemeniya azad di sergoya dîrokê de ne."
Olçen, bilêv kir ku çiqas ew li dora rastiyê bicivin û ji bo rastî derbikevin holê têbikoşin bidin ewqas dê çenda desthilatdarên ku dixwazin desthilatdariya xwe li ser derewan û li ser tarîtiyê avakirine dê têk biçin û wiha pê de çû: "Em hemû dizanin ku dê rastî her tim li hember tarîtiyê û derewan ser bikeve. Em ê sibê li ber edliyeya Sîlîvriya Stenbolê bin li wê edliyeyê ne ku bi tenê hevalên me tên darizandin, li wir di şexsê hevalên me de tê xwestin ku rastî, başî, ronahî, xweşikahî were mehkûmkirin. Em ê nehêlin ku desthilatdar bigihîjn vê mexseda xwe ya qirêj. Em ê li wir biqîrin û bibêjin ku; Îro roja xwedîderketina li têkoşerên rastiyê ye. Îro roja bilindkirina dengê rastiyê ye, Îro roja azadkirina rastiyê ye. Em bang li dewleta AKP'ê dikin ku rojnamegerên dîl hatine girtin demildest serbest bên berdan." Olçen, xest ku demilêdest rojnamegerên girtî serbest bên berdan.
Daxuyanî bi slogana "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.
DÎHA/AMED