
'Em Wanê terk nakin'
Ji karkerên ku li Sûka Emeleyan dixebite Engîn Sayan, anî ziman ku ji ber cil, berg û pêlav ji zarokên xwe re nekirîye zarokên wî pêxwaz digerin. Sayan, da zanîn ku erdhejê bandorek pir xerab li ser wan çêkir û li gel hemû zor û zahmetiyan dê heta dawî di ber xwe bidin. Sayan, da zanîn ku rayedarên dewletê ji bo wan ji Wanê derxe heqê rê dide wan û wan li bajarên derve bi bicih dike, lê ew dê Wanê terk nekin.
Hemalê bi navê Abdukbaki Kaya ku 22 salin li heman sûkê hemaliyê dike da zanîn ku ji ber zêde tirk û xof li Wanê belav bûye gelek kes ji tirsan koç dikin û wiha got: Min 22 salên xwe di hemaliyê de derbas kir. Niha em di baraka û çadiran de dijîn. Em dê li gel hemû zahmetiyên jiyanê Wanê terk nekin.
'Me cilê sivistanî ji zarokên we re nekiriye'
Welatiyê bi navê Dîndar Ozalp, jî da zanîn ku erdhejê bandorek pir xerab li ser wan û zarokên wan çêkir û ji ber erdhejê cilên zivistanî ji zarokên xwe re nekirîye. Ozalp, destnîşan kir ku ew bi cil, berg, nivîn û erzaqên ku welatiyên bajarên din ji wan re şandine pêdiviyên xwe dibînin û xwe germ dikin. Ozalp destîşan kir ku weha ev meha zor û zahmet derbas kir, dê ji niha û şûnde jî Wanê terk nekin û di ber xwe bidin. Ozalp xwest welatiyên din jî Wanê terk nekin û di ber xwe bidin.
FERHAT ARSLAN - DÎHA/WAN