Arsen Poladov dibêje, ji bo ku em karibin behsa hebûna civakeke ruhê wê hatî dizîn bikin, divê ew tiştên ji wê hatine dizîn ji nû ve bi dest xwe ve bîne. Di hevpeyvîna xwe ya bi Zahir Kayan de ev gotinên wî jî ji bo vê hizra me delîl in: “Tiyatro divê (ji bo miletê me) hebe. Nebûna dewleteke me îro, azad nebûna me, ne tiştekî ew qasî şerm e. Lê em 40 milyon Kurd in û heger tiyatroya me nebe, ev cihê şermê ye.”
MIHEME PORGEBOL
Muhtemel e ku çalakiya hunerî ya herî mezin a dîroka Kurdistanê Festîvala Huner a Batman-Heskîfê ya sala 2003’yê bû. Hingê ez hîna zarok bûm. Beriya bi festîvalê bi du mehan amadekariyan dest pê kir. Şaredariya Batmanê bi gelek mekanên çandî yên çalak re hevkarî kir. Li van mekanan hemûyan atolye hatin vekirin. Hin jê ev bûn: Wêne, peyker, dans, şano, pantomîm, sînema, şan, koro, amûrên muzîkê û wekî din. Ez jî weke xwendekarekî zarok ê naveda Çandê ya Baharê di nava xebatên perwerdeya muzîk, govend, şano, pantomîm û sînemayê de bûm. Mesela konsera Ciwan Haco ya di festîvalê de ji bo van erdan çalakiya herî mezin a li derve ya çandî bû. Li bajarê ku ti dika wî ya şanoyê ya berbiheve nebû li parkan şano hatin nîşan dan, li jêrzemînan hunermendên li dinyayê îhtîram ji wan re dihat girtin, ders didan. Piştî nîvrojekê li meydanên ser hezaran kes lê Bulutsuzluk Özlemi û Inti-İllimani derketin ser dikê, êvarê Dilşad Saîd li kemanê da, Zeynep Tanbay dans kir, ha hingê bavê min bi ji hostekarên herî mezin ê pantomîmê Arsen Poladov re sohbet dikir. Ez jî piçûktirîn xwendekarê atolyeya pantomîmê bûm.
Li ser Arsen Poladov
Arsenê Reşît yan jî Arsen Poladov sala 1942'yê li Êrîwanê hat dinê, ji bo felsefê bixwîne çû St. Petersbourgê, lê ew xwendina xwe bi dawî nekir û ji bo xwendina rejîsoriyê çû Moskovê. Piştî qedandina xwendina rejîsoriyê li ber destê Marcel Marceau yê ku weke mezintirîn hosteyê çaxê xwe yê pantomîmê dihat qebûlkirin, du salan perwerde bû. Hîna 27 salî bû bi desteka hikûmeta Sovyetê dibistana pantomîmê ya Arsen Poladov li Êrîvanê vekir. Ev dibistan li Êrîvanê hîna karê xwe dewam dike. Arsen Poladov li zanîngehên mezin ên dinyayê li Berlîn, Parîs, Prag û Moskovê dersên pantomîmê dan. Heta wefat jî kir li Zanîngeha Yaroslavl dersa Dîroka Pantomîmê da. Sala 1993’yan li ser vexwendina NÇM’ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) li Stenbolê rêzek xebatên atolyeyê kirin. Ji bo ku dersa pantomîmê bide zarokên 8 hezar karkerên Rûs ên li Îranê, li wir 3 salan ma. Herî dawî jî ji bo Festîvala Huner a Batman-Heskîfê çû Batman û Amedê. Bi gelek hunermendên Kurd re xebitî. Arsen Poladov di saxiya xwe de weke hostekarê herî mezin ê pantomîmê hat qebûlkirin. Arsen Poladov 31’ê Adara 2014’an wefat kir.
Helwêsta Poladov
Ji bo nirxandina helwêsta hunerî ya Arsen Poladov, peywenda sosyo-polîtîk ya civaka wî û rewşa wî ya şexsî girîng in. Poladov dûrî Kurdistanê, li welatê Sovyet desthilat dest bi huner kiriye. Ew ji şahidên hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û qutbûnên civakî ye. Di vê peywendê de gotina wî “Ji me re welat çiqas lazim be tiyatro jî ewqas lazim e” li ser helwêsta wî ya siyasî ya beramberî huner, fikrekê bi me re çêdike.
Tevahiya minaqeşeyên li ser têkiliya huner û siyasetê li ser vê yekê li hev dikin: Desthilatdar ji bo ku desthilata xwe misoger bikin û pêşiyê li ber îtîrazên muhtemel bigirin, amûrên xwe yên mêhtinê pirreng dikin û yek ji van a herî girîng jî mêhtîngeriya li ser huner e. Arsen Poladov jî bi wê gotina xwe ya li jor îşaret bi girîngiya meydana çand û hunerê dike ji bo xwe xilaskirina ji mêhtingeriye. Herçî Kurd in, bi qasî ku welatê wan tê mêhtin, ew qasî jî stûnên wan ên çandî tên mêhtin. Ji serpêhatiyên xwe hatiye qutkirin, stranên wî hatine dizîn, çîrokên wî hatine çelexwarîkirin û di encamê de bûye miletek ku hewl dane ji nasnameya wî qut bikin. Divê em qebûl bikin ku kirdeyên vê qismî bi ser jî ketine. Em vê qebûl nekin, em ê nizanibin li vê meydanê çawa têbikoşin û ji ku dest pê bikin. Berhemên derkevin holê wê bibin amûrên kêfaxweanînê yên maneqels. Em vî aliyê mêhtingeriya li dijî Kurdistanê nebînin wê rê li ber çi veke? Ji bo ku em vê fêm bikin hema em ji xwe re li têgihiştina Tirk, Ereb û Farsan a beramberî Kurdistanê binihêrin: Çor, tiral, nezan û gelek tohmetbariyên din...
Hunerê Poladov li vir liberrabûnek e. Poladov yeqîn dike ku ji ber unsûrên mêhtinger didizin, dibin nav çanda xwe ev tohmetên hanê derdikevin holê û şano jî rêya herê karîger e ji bo mirov karibe ji heqî vê derkeve. Ji ber wê jî di hevpeyvîna bi Zahir Kayan re dibêje, "Heger tiyatroya me hebe, em dikarin her tişta wan ji me dizî, dîsa li xwe vegerînin”.
Xwestina wê tişta ku ya me ye
Gava ku em berê xwe bidin tohmetên li dijî Kurdan û maneya wan, em ê li israra Arsen Poldov a ji bo xwestina wan çêtir serwext bibin. Tişta hevpar a van tohmetan ew e ku bi Kurdan re li hev nakin. Yanî kesekî çor nabe ku awayekî wî yê miameleyên ji bo têkiliyên insanî wê nebe, kesekî tiral wê ne xwedî arezûya hilberînê, kesekî nezan wê zanîna wî û derdekî wî yê bipêşketinê nebe; ev hemû jî bi rengekî îşaret bi bîra wî kesî dikin. Em dikarin bibêjin, kesekî wisa bîra wî, pêvajoya heta bi wî tê ne xema wî ye, naxwaze vê pêvajoyê dewam bike û pê re jî jiyana wî kesî tiştekî îfade nake. Em vê dikarin bi pêşve bibin û bibêjin, maneya hebûna civakeke nezan, çor û tiral jî nîne. Di vê peywendê de em dikarin bibêjin ku ruhê damezrêner ê civakan çand e. Bêyî çanda civakekê em nikarin behsa hebûna wê bikin. Jixwe, stran, çîrok, wêje û gotina civakekê nebe, em nikarin behsa hebûna wê ya rabihuriyê jî bikin. Divê mirov armanca ji nîşandana tîpkirinên Kurd di filmên Tirk ên Yeşilçamê de wisa şirove bike.
Di vê peywendê de Arsen Poladov vê weke sedema şermê dibîne. Ew dibêje, ji bo ku em karibin behsa hebûna civakeke ruhê wê hatî dizîn bikin, divê ew tiştên ji wê hatine dizîn ji nû ve bi dest xwe ve bîne. Di hevpeyvîna xwe ya bi Zahir Kayan de ev gotinên wî jî ji bo vê hizra me delîl in: “Tiyatro divê (ji bo miletê me) hebe. Nebûna dewleteke me îro, azad nebûna me, ne tiştekî ew qasî şerm e. Lê em 40 milyon Kurd in û heger tiyatroya me nebe, ev cihê şermê ye.”