Yildirim der barê amadekarî û naveroka konferansê de anî ziman ku ew dê aliyê civakî yê olê islamê bigirin dest. Yildirim, anî ziman ku ew dê bi vê konferansê hemû aliyên ola Îslamê bigirin dest û bi berfirehî niqaşan bimeşînin Yildirim, anî ziman ku ji niha de gelê Kurd bi coş û kelecanek mezin li benda vê konferansê ye û wiha got: "Dema em têgeha ol bigirin dest divê em xwe bera kurahiya civakê bidin. Aliyê dîrokî, çandî, civakî û hemû qadên ku ol bandora xwe li ser kiriye bibînin û lêkolîn bikin.
Di diroka Kurdan de Saidi Kurdi û Şeyh Sait alimên Kurdan ên dî qada civaki, çandî jî pêşeng in. Yildirim, anî ziman ku bi salan e gelê Kurd di aliyê bîr û baweriyê û olê Îslamê de şaş hatine agahdarkirin û ew dê êdî niqaş û agahiyên şaş pêş ketine tevan rast bikin û aliyên olê Îslama civakî derxin pêş. Yildirim, da zanîn ku niqaşên herî girîng ê konferansê yek jê feraseta sunetê ku Hz. Muhammed hezar û 400 sal berê pêş xistibû û bêtir cih bidin pir zimanî, pir çandî û pir rangî ku kuran jî cih didê rawestin.
Konfederasyona bawerî û rengan
Yildirim, da zanîn ku peymana Medine dê xala konferansê ya sereke be û dê li ser vê niqaşê konfederasyona baweriyan ava bikin. Yildirim, da zanîn ku pêxember di peymana Medine de konfederasyona bîr û baweriyan ava dike û ew jî dê vê yekê pêş bixin. Yildirim herî dawî bang li her kesî kir ku peymana civakî ya baweriyan pêş bixin û rê li pêş vê yekê vekin.
DÎHA/AMED