Li ser hewldanên dawî yên dewleta Sûriyê li Qamişlo Yekîtiya Star û TEV-ÇAND bi daxuyaniyek şermezarkir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên rêjîma Baas bi êrîşan dixwaze îradeya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê binpêbike û astengiyan li pêşiya çalakî derbixe û karê saziyên wan asteng bike. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pêwîste hemû gelê Kurd beranberî êrîşên rêjîma Baas ku dixwaze çalakî û xebatên me rawestîne bi haydarî tevbigerin û destkeftiyên xwe ji dagirkeriya rêjîma Baas biparêzin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîste jin, ciwan û hemû gelê me saziyên sivîl ku bi gelek berxwedanên giranbuha hatine bidestxistin, heta roja îro diparzin û li dijî êrîşên hêzên rêjîma Baas berxwebidin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Yekîtiya Star û TEV-ÇAND amadene ku destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê di hemû deman de biparêzin û bersiva êrîşên rêjîma Baas bidin.
QAMIŞLO